04 Îlon 2016•Rojanekirin: 05 Îlon 2016
CHICAGO
Alîkarê Serokwezîr Numan Kurtulmuş got: "Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) ne bi tenê ji bo Tirkiyeyê, Amerîka jî di nav de ji bo hemû welatên ku lê heye, tehdîd e."
Kurtulmuş ji bo ku beşdarî 53yemîn Kongreya Civaka Îslamê ya Amerîkaya Bakur (ISNA) bibe û hin hevdîtinên fermî bike çû Amerikayê. Kurtulmuş li Chîcagoya bajarê eyaleta Illînoîsê bi misilmanên ku tesîra wan zedeye ve hat bal hev.
"Em li hember FETOyê têkoşîneke berfireh didin"
Kurtulmuş got ku şaristaniya îslamê di bin tehdîda îslamofobî û rêxistinên terorê yên wek DAEŞê ye û wiha axivî: "Tirkiye ji aliyekî ve li hember rêxistina terorê PKKê û DAEŞê, li aliyekî din jî rêxistina terorê FETOyê têkoşînê dide. FETOyê bi tenê ne ji bo ewlehiya neteweyî ya Tirkiyeyê tehdîd e."
Alîkarê Serokwezîr Kurtulmuş wiha got, "Rêxistina Terorê ya Fetullahî ne bi tenê ji bo Tirkiyeyê, herwiha Amerîka jî di nav da ji bo hemû welatên ku lê heye, tehdîd e."
Kurtulmuş der barê 15ê Tîrmehê hewldana derbeya FETOyê da bi dorfirehî agahî da misilmanên amerîkayî û bal kişand ku 241 kes şehîd ketin û bêtirî 2 hezarî mirov jî birîndar bûn.
Kurtulmuş got ku misilman divê dem û dezgehên xwe baş bi rê va bibin û wiha got, "Divê em ciwanên xwe ji rêxistinên wiha yên jirêderketî biparêzin."
Parlementera Stenbolê ya AK Partiyê Ravza Kavakçi, Parlementera Antalyayê ya AK Partiyê Sena Nur Çelik û Balyozê Tirkiyê yê Washingtonê Serdar Kiliç jî beşdarî civînê bûn.