15 Îlon 2016•Rojanekirin: 16 Îlon 2016
ANKARA
UEFAyê diyar kir ku Fînala Lîga Şampiyonan a 2018an wê li Kîeva paytexta Ukraynayê bê kirin.
Ji ser malpera înternetê ya fermî a UEFAyê daxuyanî hat weşandin û hat gotin ku Lijneya Îcrayê ya UEFAyê li Atînaya paytextê Yewnanistanê civîn kir û stadên ku wê fînalên Super Qupa û Lîga Şampiyonan a UEFAyê lê bên kirin kifş kir. Li gor biryara hat hildan fînala Lîga Şampiyonan a UEFA ya ku di 26ê gulana 2018an da wê li Stada Olîmpiyatê ya Kîevê bê kirin.
Pêşbirka Super Qupayê ya ku di 14 tebaxa 2018an da bê lîstin jî wê li Tallinn a paytextê Estonyayê di Stada Lîllekulayê da bê kirin.