15 Îlon 2016•Rojanekirin: 16 Îlon 2016
ISPARTA
Di çarçoveya operasyonên dijî Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) da ku navend Isparta ye li 23 wîlayetan kar û xebatên binçavkirinê dewam dikin.
Di çarçoveya lêpirsîna der barê hewla derbeyê ya FETOyê da "Berpirsê Herêma Samsunê" hat binçavkirin.
Di operasyona ku hat kirin da C.C.yê ku hat tesbitkirin "ByLock"ê emilandiye li Samsunê hat binçavkirin.
Gumanbarê ku tê gotin "Berpirsê Herêma Samsunê" ye anîn Ispartayê û piştî kar û barên li ewlehiyê, li mehkemeyê hat girtin.