08 Adar 2017•Rojanekirin: 09 Adar 2017
ŞANLIURFA
Di çarçoveya Projeya Başûrê Rojhilata Anadoluyê (GAP) da li bajarên herêmê Navendên Civatê (ÇATOM) hatin avakirin. Li van navendan ji bo jinên dezavantaj perwerdeya pîşeyan tê dayîn û jin dibin xwedîpîşe.
Di çarçoveya plana GAPê da li Adiyeman, Batman, Diyarbekir, Gazîantep, Kilîs, Mêrdîn, Sêrt, Şanliûrfa û Şirnexê proje tên meşandin. Li van bajaran li 44 navendên ÇATOMê ku di sala 1995an da hatine vekirin, ji bo jinan qursên ku pîşe didin qezenckirin, dahatê tînin tên dayîn. Her wiha di van qursan da di warê perwerde, tenduristiyê da jî perwerde dibin.
Li navendan di beşên hunera destan, trîkotaj, dirûn, neqş, mefrûşat, kulav, neqişandina kevir û zîv, tekstîl, eşyayê diyariyê, sabûn, boyaxkirina qumaş, kuafortî, pisportiya bedewbûnê; ji bo sektorên xida û wekî din perwerdeya pîşeyî, xebatên kampanyayê, aktivîteyên sosyal, rêbertî, şêwirdartiyê da perwerde tên dayîn.
Serokê Îdareya Pêşketinê ya Herêma GAPê Sadrettin Karahocagîl daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku GAP ne tenê projeyeke binesaziyê ye, ji bilî binesaziyê planeke sosyal jî tê da heye.
Karahocagîl bi bîr xist ku li herêmê bi GAPê ra plana bizava sosyal jî dest pê kir û wiha got:
"Di vê çarçoveyê de me ji bo jinan navêndên civatê, ji bo ciwanan navendên ciwaniyê, ji bo zarokan jî odeyên listîkê vekirin. Em her sal perwerdeya kar didine 20 hezar jinan. Nêzî 60 hezar jinan jî em bi bernameyên din digihinin û bi tevahî heta niha me 350 hezar jin perwerde kirine."
- "Jin nebin pêşketina aboriyê nabe"
Karahocagîlê got ku ÇATOM li 9 bajerên herêmê de xebatan dike û wiha axivî:
"Niha em li vê derê ji qursên xwendin û nivîsandinê dest pê dikin. Em perwedeya compîterê jî didin. Bi saya van perwerdeyan ji hem ji malê derdikevin, xwe pêş vedibin hem jî karekî nû hîn dibin. Bi saya van perwedeyan gelek jinên aktîf û zana derdikevine holê."
Heke hûn bernameyeke pêşketinê ya aboriyê bikin û jinan tev li vê nekin, hûn nikarin ji hêla aboriyê va pêşve herin. Yanê em ji sedî 50yê civakê nikarin bidin xebitandin. Em mêjiyê wan îstifade nakin. Mirov nizane li cem kî fikreke nû heye. Ji ber wê em mecbur in ku jinan jî tev li lîstika aboriyê bikin."
- "Ez dixwazim pîşeyekî hîn bibim"
Necla Çitirika ku li ÇATOMê di qursa dirûnkeriyê de perwerdeyê dibîne jî got ku armanca wê ew e ku ew hînî pîşeyekî bibe û sertîfikaya xwe hilde.
Çitirikê wiha got: "Înşallah ezê bigihêjim vê armanca xwe. Baweriya me bi mamosteyên me heye, pir alîkariya me dikin. Heke ez sertîfikaya xwe hildim ez dixwazim ji xwe re kargehekê vekim û bibim xwedî pîşe."
Selda Îrîadamê jî got ku ew di kursa hunerên destan de ji 2 salan vir va perwerdeyê dibîne û wiha axivî: "Heta ku ez li malê rûnêm û bêhna min teng bike, ez li vir perwerde dibim, pîşeyê û komputerê hîn dibim.Tiştên ku ez li vir çêdikim va pere dikeve destê min. Ji ber ku ez pereyê xwe bi xwe qezenc dikim, ez pir kêfxweş im."