08 Adar 2017•Rojanekirin: 09 Adar 2017
ANKARA
Omer Çelikê Wezîrê YEyê û Sermizakerevan li ser qedexeya li Almanyayê ji bo civînên wezîrên tirk hat danîn sekinî, bal kişand meqamên herêmî berpirsiyar nînin, berpirsiyarî ya hikûmetê ye û wiha got: "Qedexekirineke sîstematîk heye."
Omer Çelikê Wezîrê Yekîtiya Ewropayê (YE) û Sermizakerevan bû mêvanê Maseya Edîtoran a Ajansa Anadoluyê (AA) û der barê rojevê da xeber da.
Wezîrê YEyê û Sermizakerevan Çelik li ser bi destê Almanyayê astengkirina hevdîtina wezîrên Tirkiyeyê ya bi welatiyên Tirkiyeyê ra axaftina xwe wiha berdewam kir: "Di navbera xwe û Tirkiyeyê da dîwarê Berlînê datînin. Lêbelê ev li vê derê namîne."
Wezîrê YEyê û Sermizakerevan Çelik diyar kir di navbera Almanya û Tirkiyeyê da reqabetek heye û wiha got: "Divê vê reqabetê sînerjiyek derxistiba holê û hevkariya di navbera me da jî mezin kiriba û bi hev ra rêvebiriba. Lê Almanya vê bi vî awayî bi rê va nabe."