Projeyên înşaeta GAPê hindik ma ku bi dawî bibin. Li herêmê ji hêla çandinî û sanayîyê ve pêşketinek tê dîtin û koçberî jî kêm dibe. Fikr û ramanên nebaş yên ji ber terorê jî bi saya pêvajoya çareseriyê dugerin.
Serokê Îdareya Pêşketinê ya Herêmê ya GAPê Sadrettîn Karahocagîl daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku bi plana xebatê ya GAPê di salên 2008 û 2012an de 18 milyar lîre pere ji bo milyonek hektar erazî bê avdan, hatiye veqetandin û xebatên ji bo vê projeyê bi piranî qediyane. Karahocagîl wiha axivî: "Em ji bo 2014-2018an plana xebatên revîzyonê amade dikin. Bi vê planê ve avdayînên di nav zeviyan de dê xilas bibe û hejmara avdayînê dê bigîhîje ji sedî 65an û em dê bigîhîjin armanca xwe. GAP dê xilas nebe. Înşaet xilas bibe jî xebatên aboriyê û binesaziyê dê dewam bikin.
Bi saya GAPê li herêmê pêşketin heye. Li herêmê pirsgirêkên koçberiyê, bêkariyê û perwerdeyê hebûn û ev jî kêm bûn. Sermayedarên netewî û navnetewî eleqeyeke mezin nîşanî herêmê didin. Berê dihatin ji bo ku bigerin û lêkolînan bikin, lê niha li wan deran kar dikin."
-"Pirsgirêka ewlehiyê tuneye"
Karahocagîl ragihand ku pêvajoya çareseriyê jî bandoreke erênî li ser sermayexistinan kir û wiha axivî: "Pêvajoya çareseriyê bandoreke erênî li ser mirovan kir ku nêrînên wan ê ji bo herêmê guherîn. Îmaja herêmê di hişê mirovan de êdî diguhere. Herêm êdî ne wek berê ye, zêdetir geş e, ewledartir e û çalak e. Înşallah di dawiya pêvajoya çareseriyê de ev nêrîn dê bi tevahî ji holê rabin. Em ji her kesî re dibêjin ku bila werin herêmê ku ev nêrînên nebaş yên der barê herêmê de bila di hişên mirovan de biguhere."