Muhammet Kurşun
06 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2017
ANKARA
Serkomar Recep Tayyîp Erdogan der heqê nîqaşên Qudsê de got: "Der barê parastina qudsiyet û statuya tarîxî ya Qudsê de em bi Urdinê re heman hissiyatê parve dikin. Em rola Urdinê Melikiyeta Haşimî ya wek hamiyê mekanên muqeddes yên li Qudsê gelekî muhîm dibînin. Gaveke xelet a li ser statuya Qudsê were avêtin dê li hemû alema Îslamê bibe sedemê înfîalê, ev dê zemîna aştiyê bombe bike, dê agir berde fitîla tevlihevî û pevçûnan."
Erdogan piştî hevdîtinê digel Melikê Urdinê Ebdullahê 2em civîna çapemeniyê ya hevpar saz kir û li ser rojevê nirxandinên giring kirin.
Li ser ehemmiyeta Qudsê Serkomar Erdogan wiha axivî: "Quds, herema îsmeta hemû misilmanan e, roniya çavên wan e. Ji kê tê bila were encama hemû helwestên vê rastiya tarîxî paşguh bike xusran e, felaket e. Aştî, aramî û ewlehiya herêma me bi qasî ku qurbanî hesabên polîtîka navxweyî nayên kirin muhîm in."
Serkomar Erdogan, bangewaziyê li hemû dinyayê kir û got: "Divê ji hemû gavên ku statuya hiqûqî ya Qudsê ku bi biryarên Neteweyên Yekbûyî çend caran hatiye teyidkirin paşde wergirtin. Heqê tu kesî tuneye ku ji bo hewesên xwe yên şexsî bi qedera milyarên însanan bilîzin. Gaveke wisa dê tenê xismetê ji rêxistinên terorî re bike."
Wek Serkomarê Tirkiyê û Serokê Zîrweya Serdemê yê Teşkîlata Hevkariya Îslamî jî bangewaziyê li Amerîkayê kir ku "vê gava ku dê kaos û tevliheviyê çêke neavêje û ji Îsraîlê jî daxwaz dikim ku polîtîkayên xizmeta aştî û aramiya herêmê dikin bimeşîne."
Serkomar Erdogan herwiha got: "Her gava ku heqê Filîstînê yê bi biryarên Neteweyên Yekbûyî li Qudsê hatiye tesdîqkirin tune hesab bike, dê derbeyeke mezin li bihevrejiyana mensûbên dînên cuda bixe. Ne mumkin e ku ji daxwaza dewleta serbixwe ya Filîstînê ku paytextê wê Quds e û li ser sînorê 1967an e paşde gav bê avêtin."