Önder Beyter
06 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 07 Berfanbar 2017
KARS
Li herêma Rojhilatê Anadoluyê berf û sermayê li ser jiyana rojane ya welatiyan tesîreke neyênî kir.
Li herêmê duh piştî mijê ber êvarê li Erzirom, Qers, Agirî, Erdexan û Erzinganê berfê dest pê kir.
Berfê bi taybetî jî li deverên bilind piştî nîvê şevê zêde kir û ji ber hindê serê sibê yên ku çûn şixul û dibistanê hinekî tengasî kişandin.
Şaredariya Qersê, ekîbên Rêveberiya Taybet a Parêzgehê û Midûriyeta Herêma 18emîn a Rêbejayê xebatên paqijkirina rê dimeşînin.
- Li Rojhilatê Anadoluyê gola herî mezin a duyemîn diqerise
Li Erdexanê jî ji ber berf û hişkiyê Gola Çildirê ya li navçeya Çildirê ya ku li herêmê piştî Gola Wanê duyemîn gola herî mezin e, dest pê kir û cemedê digire.
Gola ku qada wê 124 kîlomêtrokare ye, bi taybetî kêleka wê ya rojhilatê qerisî.
Ji ber hişkiyê li ser darên li rexê golê, qiravî çêbû û herwiha mijê xwe li rûyê golê girt û dîmenekî xweş derket holê.
Yek ji masîgirên li golê Talîp Akkuş di daxuyaniya xwe ya ku da rojnamegeran da destnîşan kir ku Gola Çildirê qerisî û wiha got, "Êdî Gola Çildirê dest bi cemedgirtinê kir. Ji niha pê va êdî şûna avê wê deşteke cemedê xuya bike. Ev rewş 7-8 mehan wê wiha bidome."