21 Sibat 2017•Rojanekirin: 22 Sibat 2017
MUGLA
Li Muglayê wesayiteke leşkerî wergeriya, di encama qezayê de 7 leşker birîndar bûn.
Li gor agahiyên ku hatin hildan, wesayita leşkerî ya ku ji Fermandariya Meydan a Hewayî ya Dalamanê derketibû rê wergeriya şarampolê.
Di qezayê de pisporek û 6 leşker birîndar bûn. Leşkerên ku birîndar rakirin nexweşxaneyên Dalaman û Ortacayê.
2 leşkerên giran birîndar bûbûn sewqî nexweşxaneyeke taybet a Fethiyeyê hatin kirin.
Hat ragihandin ku rewşa leşkeran baş e.