25 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 26 Rêbendan 2017
ÎZMIR
Bi delîlan hat îsbatkirin ku PYD û YPGya çekdar şaxa bakurê Sûriyeyê ya PKKya rêxistina terorê ye.
Weqfa Siyaset, Aborî û Lêkolînên Civatî (SETA) raporeke bi navê "Li Bakurê Sûriyeyê Rêxistinîbûna PKKê: PYD-YPG" amade kir. Li gor raporê pabendiya PYD û PKKê û hedefên wê yên li Bakurê Sûriyeyê bi belgeyan hat îsbatkirin.
Li gor raporê PYDê xwest ku ji şerê navxweyî yê Sûriyeyê mifayê bigre. Di vê çarçoveya ku herdu alî mifayê bigrin, PYDê bi rejima Esed ra hereket kir, bi rejimê ra angajmana leşkerî kir û bi piştgiriya PKKê hêzên YPGê ava kir. Kurdên ku berê di sefên mixalifan da bûn, hildan bin tehakkuma xwe û rêvebiriyên kanton ava kirin. Li bakurê Sûriyeyê bû "aktorê çekdar ê deredewlet"
PYDê di kantonan da modela rêvebiriya xweser disepîne. PKKê xwest ku vê modelê li Tirkiyeyê bisepîne û wisa binesaziya wê ya teorîk çêkir. PYDê li herêmê otorîteyeke mutlaq li ser nifûsa wir tesîs kir û nehîşt ku ji bilî wê tu unsûrên din bijîn û siyaseteke bi vî rengî meşand.
Ji ber ku Amerîkayê li Sûriyeyê bi DEAŞê ra têkoşîn da, PYDê jî ji hebûna DEAŞê îstifade kir û xwe wek aktorekî pêşkêşî Amerîkayê kir û bi saya serê vê yekê jî xwest ku kantonan bigihîne hev.
PYDya li bakurê Sûriyeyê dixwaze herêmên di destê ereb û tirkmenan da bi dest bixe û dakeve Behra Sipî, ji bo çêkirina vê korîdorê li herêmên dike destê "siyaseta koçkirinê" dimeşîne.
- PKKyiyên di nav PYD/YPGyê da
Di raporê da tê diyarkirin gelek milîtan û rayedarên PYD/YPGyê di nav PKKyê da cî digirin. Kampa "Şehîd Ayhan" a li Qendîlê baregeha sereke ya PYDyê ye û milîtanên tên perwerdekirin dişînin Sûriyeyê. Di berdewamiyê da tê diyarkirin Mistefa Ebdî Xelîlê bi nasnavê "Şahîn Cîlo Kobanî" yê rayedarê payebilind ê KCKyê bi destê PKKyê ji bo kar û barên PYDyê hatiye wezîfedarkirin.
Di raporê da ji xeynî Mistefa Ebdî Xelîl, Fehman Huseyînê bi nasnavê "Bahoz Erdal", Cemîl Ehmedê bi nasnavê "Fuad", Henîfe Huseyîne bi nasnavê "Xalîde" û Nûreddîn Mihemedê bi nasnavê "Sofî Nûreddîn" ên rayedarên KCKyê ji bo PYD/YPGyê hatine wezîfedarkirin.
Wek mayîn tê destnîşankirin bi destpêkirina qeyra li Sûriyeyê endamên PKK/KCKyê tevlî sefên PYDyê bûn û bi destê KCKyê ji bo kar û barên çekdarî yên PYDyê hatin wezîfedarkirin. Aldar Xelîlê rêvebirê Tevgera Civaka Demokratîk a Sûriyeyê (TEV-DEM) û endamên KCKyê yên bi nasnavê "Hemze Botan" û "Heqî Gebar" bi hev ra tên dîtin.
- "Eleqeya PKK-PYD/YPGyê"
Can Acunê Lêkolînerê Polîtikaya Derva ya SETAyê ji nûçegihanê AAyê re daxuyand ku wan bi belgeyên fermî, wêne û agahiyan ve di rapora ku amade kirine de derxistine holê ku PYD şaxeke PKKê ye û wiha got: "Me li ser rêziknameya rêxistinê ya erebî ya ku li ser malpera xwe weşandibû û paşê jê biribû, lêkolîn kir. Me tespît kir ku bi kadroya xwe ya lîder, bi saziya rêxistinê û bi îdeolojiya xwe va, ew bi emrê Abdullah Ocalan hatiye avakirin. Rêvebirên payebilind ên PKK/KCKyê çawa rêxistinek ava kirine û PYD rêvebirine me behsa vê kir. Yanê me derxist holê ku PYD şaxeke PKKê ye."
Acun got ku wan di rapora xwe de behsa xebatên PYDê yên li Sûriyeyê kirine û destnîşan kir ku rêxistin hewl dide li herêmên ku bi dest xistiye hejmara ereb û tirkmenan kêm a kurdan jî zêde nîşan bide.
Acun wiha axivî: "Me eşkere kir ku PYD dixwaze kantonan bigihîne hev ji xwe re qadekê, rêyeke terorê çêbike. Ji bilî vê me derxist holê ku rêxistinê bi rejima Esed û DYAyê re angajmaneke leşkerî pêk aniye û li herêmê endezyariya nifusê dike."
Acun got ku Operasyona Mertalê Feratê rê li ber PYDê girt ku ew rojavayê Feratê bimeşin, Efrîn û kantonên din bigihînin hevdu.