ANKARA
Alîkarê Kordînatorê Giştî yê Weqfa Lêkolînên Siyaset, Aborî û Civakê (SETA) Prof. Dr. Muhîttîn Ataman der heqê Tirkiyeya nû de agahî da şandeya rojnamegerên iraqî yên ku ji bo serdanan li Tirkiyeyê ne.
Rojnamegerên ku bi hevkariya Anadolu Agency û Kordînatoriya Dîplomasiya Kamûyê ya Serokwezîriyê hatin Tirkiyeyê çûn serdana SETAyê.
Ataman ji rojnamegeran re qala xebatên ku li SETAyê tên kirin kir û agahiyên berfireh bi şandeyê re parve kir û got ku ji 70yî zêdetir lêkolîner li ser mijarên wek perwerdehî, polîtîkaya karên derve, civaknasî, aborî û mijarên din de rapor amade dikin.
Raporên ku bi destê SETAyê tên amadekirin jî bi saziyên hikûmetê û şaxên kamûyê re tên parvekirin.
Ataman di mijara pêvajoya çareseriyê de jî behsa xebatên SETAyê kir û wiha pê de çû: "Di Tirkiyeya nû de gelek tişt guherîn, pirsgirêka kurd di Tirkiyeya berê de pirsgirêkeke çandî jî nedihat hesibandin. Lê li Tirkiyeya nû pirsgirêka kurdî piralîyî tê dîtin. Em ji aliyê aborî, aliyê siyasî, aliyê çandî û gelek aliyên din ve vê mijarê dinirxînin. Lê em bi taybetî eşkere dikin ku ev pirsgirêkeke siyasî ye û divê li gor vê jî rêyên çareseriyê bên sepandin."
Di mijara DÎŞIyê de jî Ataman diyar kir ku li Tirkiyeyê ev rêxistin ewilî pir xerab nedihat qebûlkirin û wiha dewam kir: "Ji ber vê jî gelek erebên sûnî piştgirî dan DÎŞIyê. Dema ku li Sûriyeyê şer dikirin li dijî Esed û rejimê şer dikirin û vê yekê demeke dirêj jî wisa dewam kir. Wê demê armanca DÎŞIyê ya rastî û siyaseta wê baş nedihat zanîn. Wê demê him hêzên herêmê û him jî welatên ku bala wan li ser herêmê bû bi siyaseta Esed re eleqedar bûn. Lê piştî ku DÎŞI ji Eniya Nûsrayê veqetiyan û xwe wek Dewleta Îslamê bi nav kirin wê demê her kesî bala xwe da ser DÎŞIyê û wê demê her kesî ew ji xwe re wek dijmin hesibandin. Di serî de ji bo ku Esed biçe Tirkiyeyê bala xwe nedida ser kirinên muxalifan. Piştî îlankirina Xîlafetê aliyê DÎŞIyê yê terorî jî derket holê wê demê Tirkiyeyê tevgera xwe guhert û ji bo ku 49 welatiyên di destê DÎŞIyê de zirar nebînin zêde dengê xwe nekir. Lê niha dewleta Tirkiyeyê û gelê wê DÎŞIyê wek teror qebûl dikin."
- "Cimaetê xwest ku dewletê bike bin kontrola xwe"
Ji bo pirsên der heqê pirsgirêka di navbera hikûmet û cimaeta Fethûllah Gulen de jî alîkarê kordînator Ataman wiha bersiv da: "Cimaetê xwest ku dewletê bike bin kontrola xwe û daxwaza wan ev yek bû û her tiştî piştî vê yekê dest pê kir. Yanî cimaetê dixwest di nav dewletê de dewleteka nû ava bike. Ji bilî vê mijarên berê jî ku hatin rojevê ev mesele kûr bû. Li dijî çareseriya pirsgirêka kurdî sekinîn û ew kesên ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurdî bi zimanekî nerm diaxivîn girtin û kirin girtîgehan. Heta ji destê wan hat xwestin ku dewletê bêhêz bikin. Dewletê jî bertek nîşanî van kirinan da û xwe parast."