25 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 25 Rêbendan 2017
ÎSTANBUL
Berşik Yasser Mohammed Salem Radownê ku di lêpirsîna êrîşa dijî klûba li Ortakoya Beşîktaşê da hat binçavkirin û hat tespîtkirin ku di nava rêxistina terorê DEAŞê da wekî "qazî" wezîfeyê dike, hat girtin.
Berşik Radown di çarçoveya lêpirsîna ku bi destê dozger Gokalp Gokçuyê ji Buroya Teror û Sûcên Rêxistinî ya Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê tê meşandin da hat binçavkirin. Radown piştî kutabûna miemeleyên li ewlekariyê, anîn Qesra Dadê ya li Çaglayana Stenbolê.
Dozgeriya ku lêpirsîn di dêst da ye, berşik Radown ji ber sûcê "endametiya rêxistina terorê ya çekdar" û "hewla bi zor û cebrê rûxandina pergala Komara Tirkiyeyê, hewla guhertina pergalê an jî hewla astengkirina karkirina pergalê" sewqî dadgeriyê kir û were girtin.
Di nivîsa sewqê de der barê DEAŞê û çalakiyên li Tirkiyeyê kirin de agahê tê dayîn. Her wiha di nivîsê de der barê Abdurrauf Sertinê ku di çarçoveya êrîşa Reînayê de hat girtin, agahî tê dayîn. Hat ragihandin ku Abdurrauf Sertin berpirsiyarê malên ku tê de terorîstên biyanî hene ye. Di mala li Zeytînburnuyê ku berpirsiyê wî Abdurrauf Sertin bû,10 kesên biyanî yên bêpasaport hatin girtin û li wê malê Radown jî hat girtin.
Di operasyona malên ku berpirsiyarê wî Abdurrauf Sertînê ku navê Muewiye bi kar dianî de Abdulkadir Masharipovê êrîşa Ortakoyê kiribû jî hat girtin. Hat ragihandin ku Yasser Mohammed Salem Radown di nava rêxistina terorê DEAŞê de weke qazî wezîfe dikir.
- Di deftera wî de nimareyên endamên rêxistinê derket
Ji ser Radownê gumanbar deftera notan derket û hat diyarkirin di defterê da gelek têlefon, navnîşan û navên endamên rêxistinê hene.
Di lêgerînê da têlefona destan hat dîtin û ji têlefonê wêneyên çekan derketin. Hat destnîşankirin gumanbar bi nasnavê "Ebû Cîhad" kar û barên îllegal dike û hat xwestin bê derdestkirin.
Hakimtiya Cezayê Silhê ya Stenbolê ji ber sûcên "endamtiya rêxistina terorê ya çekdar, bi tundiyê jiholêrakirina pergala Komara Tirkiyeyê" biryara girtina Radown da.