İbrahim Atmaca
11 Hezîran 2018•Rojanekirin: 11 Hezîran 2018
ANKARA
Alîkarê Serokwezîr Bozdag: "Em hemû dizanin ku her çend li derveyî çarçoveyê da be jî HDP rasterast mitefîqê Tifaqa Milet e."
r Bozdag: (Îttifaqa Gel) Ez bi eşkere dibêjim ev ne îttifaqa gel, îttifaqa nefret, kîn û dijminatiyê ye."
Bozdag: "Tirkiye di mijara îadeya serkirdeyê FETOyê, serterorîst Gulen da bibiryar e û bibiryar e ku bîne Tirkiyeyê û derxe ber dadgehê."
Bozdag: "Li herêmê her kelî dikare her tişt bibe. Operasyona Qendîlê jî di nav vê de. Piştî vê hemû tişt mumkin e."
Bozdag: "Divê meriv vê pirsê ji Birêz Înce bike. Amerîkayiyê ku li we geriya kê ye, navê wî çi ye, nasnava wî çi ye, ji kîjan bajarî geriya? Ji Pensîlvanyayê an ji Washingtonê New Yorkê geriya?"
Bozdag: "(Taleba îadeya Gulen ji Amerîkayê) Ji ber ku li gorî usûlê ye, îhtimal tune ku di vir da kêmasî derkeve. Hatin, ji 5 saetan zêdetir lêkolîn kirin û li wê derê ewraq yek bi yek dîtin. Me hêvî dikir ku bêjin, 'Wezareta Edaletê kar li gorî usûlê kiriye, bi rêk û pêkî xwestiye, tiştekî kêm tuneye. Di vir da yê ku pêkutiyê dike Amerîka ye'."
Bozdag: "Fermandarekî artêşê ji bo serfermandarê hêzên çekdar, serokomar, serokê yekîtiya gel temsîl dike dikare çepikan bide, ma ji vê normaltir tiştekî heye?"
Bozdag: "Dema ku Serokomar tê ew (CHPyî) li Meclisê jî bê rêziyê dikin, rûdinên û ranabin ser piyan. Di kevneşopiya dewleta me da, çanda malbata me da û exlaqê me da dema ku mezinê dewletê tê, serê dewletê tê, em jê hez bikin nekin, rabûna ser piyan, hurmetkirin û rêzdarî heye, lê di van da ew çand tuneye."
Bozdag: "Nijadperest, cudaxwaz, faşîst, yên xwedî nêrînên tûj ma dikarin li vî welatî raya ji sedî 50 û 1î hildin?"
Bozdag: "Îsmaîl Metîn Temel fermandarê qehreman ê eskerên qehreman e ku Tirkiye, Iraq û Sûriye hem li FETOyê hem li PKKyê hem li YPGyê hem li PYDyê hem jî li DEAŞê teng kir û di Operasyona Çiqlê Zeytûnê da nêzîkî 5 hezar terorîstî berteref kirin."
Bozdag: "(aborî) ji bo her kesê navxweyî û dereke ku dixwazin Tirkiyê ji aliyê aboriyê va têk bibe bersiva herî mezin ev bersiva ku şîdeta wê 7,4 e ye
Bozdag: "AK Partî wê dîsa di parlamentoyê da bi tena serê xwe, wê nîvî zehfê parlamenteran va derfeta temsîlê bibîbe, ev eşkere ye."
Alîkarê Serokwezîr Bozdag: "(Sîstema Hikûmetê ya Serokomariyê) Ev sîstem ne bi tenê bekaya gel û welêt, qanûna bingehîn, sazî û yekîneyên ewlehiyê, di heman demê de vîna gel jî sîgorte dike."
Alîkarê Serokwezîr Bozdag: "Armanca namzedên serokomar di tura ewil de hilbijartin nîne. Derdê wan ew e ku 'heke em vî karî bihêlin tura duyem, bên li gel hev em dikarin vê meseleyê çareser bikin' vê hesabê dikin... Derûniya namzedan jî nîşan dide ku ev kar wê di tura ewil de biqede. Partiyên muxalefetê yên ku fêm kirin Serokomarê me wê di tura ewil de bê hilbijartin, dîtin ku nikarin li hember vê rê bigrin, ji ber vê giranî dan li ser parlementoyê."
Alîkarê Serokwezîr Bozdag: "Dema wezîfeyê ya komîsyona OHALê wê bê dirêjkirin, lewra di rojevê de gelek dosye hene."
Bozdag: "(OHAL) Piştî hilbijartinê ev mijar wê were rojevê û were nirxandin. Weke ku Serokomarê me got rakirina wê jî di rojevê da ye."
Bozdag: "Rewşa derasayî ne rewşeke wisa wê heta hetayî dewam bike ye. Dawîanîna vê rewşa berwext di destê hikûmeta me de ye."
Bozdag: "(Biryara girtina mizgeftan a Awusturyayê) Pir eşkere ye ku dijmintiya Îslamê dikin, neheqiyekê li misilmanan dikin. Yên ku divê vê neheqiyê bînin ziman û bertek nîşan bidin, bertek nedan nîşan."
Bozdag: "(Biryara mizgeftgirtinê ya Avusturyayê) Bi eşkere binpêkirina azadiya dîn û wicdanê ye, îxlalkirina AÎHSê ye."
Bozdag: "Di komîsyona OHALê da heta niha ji bo 16 hezar û 600 dosyeyî biryara redê hatiye dayîn, hezar û 10 dosye jî hatine qebûlkirin."