22 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 22 Berfanbar 2016
HATAY
Li Sûriyeyê ji rojhilatê Heleba ku di bin dorpêça rejima Beşar Esed û komên terorîst ên alîgirên rejimê da ye, sivîl hatin tehliyekirin û herwiha ji van sivîlan 182 kesên ku birîndar in û birîna wan giran e, anîn Hatayê.
Li gorî agahiya ku ji Midûriyeta Giştî ya Weşan Çapkirin û Enformasyonê ya Serokwezîriyê hat wergirtin, birîndarên ku ji Helebê bal Îdlibê hatin tehliyekirin, jê yên ku rewşa wan giran e, bi berdewam sewqî Tirkiyeyê dikin.
Hejmara birîndarên ku ambulansên 112 Servîsa Hawarçûnê rakirin nexweşxaneyan, gihîşt 182yan. Ji birîndarên ku anîn Tirkiyeyê, 71 jê jî zarok in.
Herwiha 80 jê sewqî nexweşxaneyên dervayî parêzgehê kirin, 23 birîndarên ku tedawiya wan kuta bû jî hatin tabûrcîkirin.
Digel midaxaleyê 15 birîndar jî mirin.