13 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 14 Tîrmeh 2016
ANKARA
Hejmara rêwiyên balafirê di meha hezîranê da gihîşt 14 milyon û 700 hezar kesî û di 6 mehên dawîn da hejmar bû 80,6 milyon kes.
Midûriyeta Giştî ya Karsaziya Meydanên Hewayî yên Dewletê (KMHD) îstatîstik û daneyên der barê trafîka balafir û rêwiyên balafirê yên meha hezîranê de eşkere kir.
Li gor vê di meha hezîranê da nav welêt balafiran 79 hezar û 451 carî danî û rabûn, balafirên ku ji derveyê welêt hatin û derketin derveyê welêt jî 50 hezar û 144 caran danîn û rabûn. Di vê demê da ji bo 32 hezar û 995 derbaziyên jor (overflight) û bi tevahî ji 162 hezar û 590 balafirî ra jî xizmet hat dayîn.
Meha borî di nav welêt da trafîka rêwiyan 8 milyon û 410 hezar û 304, di rêwîtiya derveyê welêt da jî 6 milyon û 232 hezar û 308 hat qeydkirin. Transîta rasterast jî di nav da bi tevahî 14 milyon û 672 hezar û 246 trafîka rêwiyan pêk hat.
Di 6 mehên dawîn ku hezîran jî di nav da 80 milyon 667 hezar û 589 kesan bi balafiran rêwîtî kir.