Türkan Tosun
08 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 08 Cotmeh 2017
ANKARA
Hejmara turîstên ku havînê hatin Stenbolê di meha îlonê de jî zêde bû.
Li gor daxuyaniya Wezareta Çand û Turîzmê di nav 9 mehan de qasî 8 milyonî turîst hatin Stenbolê.
Li gor daneyên wezaretê hejmara turîstên ku dî meha îlonê de hatin Stenbolê li gor heman mehê ya par ji sedî 30 zêde bû. Di meha îlonê de milyon û 45 hezar û 896 turîst hatin Stenbolê.
Îsal di navbera mehên çileya paşîn û îlonê de 7 milyon û 997 hezar û 982 biyanî hatin stenbolê.
Dema li gor welatan bê analîzkirin herî zêde ji Almanyayê turîst hatin Tirkiyeyê ku hejmara wan 736 hezar û 444 kes in.
Ji Îranê 636 hezar û 815 kes, ji Erebistana Siûdî jî 470 hezar û 557 kes hatin Stenbolê.