08 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 09 Cotmeh 2017
VAN
Şaredariya Bajarê Mezin Wanê îsal li navçeya Mûradiyeyê 61 kîlomêtro rê asfalt kir.
Piştî ku Wan di 2014an da derbasî statuya bajarê mezin bibû û heta niha, li navçeyê bi tenê 5 kîlomêtro rê hatibû asfaltkirin.
Şaredariya Bajarê Mezin di dîroka xwe da veberhênana herî mezin a di warê çêkirina rêyan da pêk tîne û herwiha bênavber xebatên xwe didomîne.
Di çarçoveya xebatan da îsal li Mûradiyeyê 61 kîlomêtro rê hat asfaltkirin û herwisa li navenda navçeyê binesazî û peyarê tevda jinûva tên çêkirin.
Sekreterê Giştî yê Şaredariya Bajarê Mezin Wanê Mustafa Yalçin ji bo kontrolkirina xebatan çû navçeyê û tevî Alîkarê Sekreterê Giştî Mehmet Yaşar û serokên daîreyên têkildar bi welatiyan ra hatin cem hev.
Li vir Yalçin yek bi yek guhdariya welatiyan kir û dû ra talîmat da ku hemû kêmasiyên navçeyê bên temamkirin.
Piştî kontrol û çavdêriyê, Yalçin ligel Qaymeqamê Mûradiyeyê Harun Yucul civiya.
Yalçin di axaftina xwe ya li vir da diyar kir ku bi piştgiriya dewlet û ya hikûmetê va Şaredariya Bajarê Mezin li Mûradiyeyê karên pir mezin û cidî pêk anîn û wiha dewam kir:
"Aniha xebatên me li navenda navçeyê û li taxên dewrûberê dewam dikin. Heya niha tenê ji bo rê me 20 milyon lire xerc kir. Şikir ji Xwedê ra dewleta me bihêz e û herwiha xebatên me wê bidomin. Projeyên me yên nû jî hene. Welatiyên me jî vê xizmetê bi çavên xwe dibînin. Divê niha û berê bidin ber hev û muqayeseyê bikin. Xwedê bira hizûra me xirab neke."