20 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2016
HAKKARİ
Bi hezaran welatiyên ku piştî êrîşa terorê ya li Stenbol û Kayseriyê li Hekarî û navçeya Şemdînliyê hatin bal hev, PKKya rêxistina terorê û êrîşên wê yên xayin protesto kirin.
Welatiyên ku bi serokatiya Platforma Heq û Piştevaniyê ya Hekariyê li ber avahiya walîtiyê ji bo protestokirina bûyerên terorê ku di demên dawî de zêde bûn, bi alayên Tirkiyê ve terorê lanet kir. 6 hezar welatî tevî hewa sar li qadê kom bûn.
-"Em dibêjin bila êdî teror tune be"
Serokê Şaxa Cemiyeta Belavkirina Îlmê ya Hekariyê Ramazan Ozdemir li ser navê koma ku dirûşmên wekî "Tirkiye bibe goristana PKKê", "şehîd namirin welêt ji hev du perçe nabe" û "Ji terorê re na" berzdikirin axivî got ku dijminê herî mezin ê mirovahiyê teror e.
Ozdemir wiha dewam kir:
"Bila hemû rêxistinên terorê zanibin ku wek milet wê nikaribin me şaş bikin, ev milet xwedî hişmendiyekê ye û ji dil e. Ew kesên ku bêyî dudilî mirovan ji nav me dibin, mêjiyên wan dişon û wan wekî bombeya zindî bikartînin namerdin. Ev welêt yê me hemûyan e. Ji bilî vê derê cihekî ku herinê tune ye. Herwiha însanên ji Sûriye, Iraq, Îran û welatên din ji ber şer û pevçûnan direvin jî xwe dispêrin welatê me, welatê me wekî stargehek dibînin.
Em dibêjin ku bila êdî teror tune be. Em dixwazin aşîtî, biratî û aramî were vê axa. Em bang dikin ku li vê welatê Turk, Kurd, Laz, çerkez hemî birayên hev du ne."
Piştî axaftinan ji bo şehîdan dia hatin kirin û peyamên yekîtî û biratiyê hatin parvekirin.
Cîgir Serokê Şaredariyê Cuneyt Epcîm, Serokê Şaredariya Durankayayê Fatîh Keskîn, Serokê Bajêr ê AK Partiyê Nurettîn Firat, rîspî, nûnerên rêxistinên saziyên civakî, karsaz û welatî beşdarî merasima protestoyê bûn.