19 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 20 Berfanbar 2016
VAN
Lı Wanê bi hezaran welatî meşiyan û êrîşên terorê yên li Stenbol û Qeyseriyê hatin şermezarkirin û PKKya rêxistina terorê hat protestokirin.
Li Wanê Platforma Ji Terorê ra Na meş organîze kir û her çend hewa pir sar be jî bi hezaran welatî bi alayên Tirkiyê va li Ser Xaçerêya Soydanê ya li aser kolana Cumhuriyetê civiyan.
Welatiyan duruşmên wek "Qehirbe PKK", "Destê ku dirêjî leşkeran dibe, bişkên", "Destê ku dirêjî polêsan dibe, bişkên", "Şehît namirin, welat perçe nabe" berzandin û bi tekbîran va heta ber Mala Polêsan a Îkî Nîsanê meşiyan.
Berdevk Osman Ayşîn li ser navê platformê daxuyanî xwend û got ku ew êrîşên li Stenbol û Qeyseriyê şermezar dikin, Tirkiye wê li ber êrîşên ku rêxistinên terorê dikin, çok venede.
Ayşîn rêxistinên terorê û hêzên piştevanên wan wê tu carî negihîjin armancên xe û wiha dewam kir:
"Weke heta niha em ê ji vir şûnda jî helwesta xwe ya millî û biryardariya xcwe xerab nekin û bi vî hawî em ê li dijî terorê bin. Wekî xelkê Wanê em dubare dibêjin ku biratî û yekîtiya welatê me dê ser keve û em careke din hemû rêxistinên terorê û êrîşên wan ên qeleş şermezar dikin. Em ji şehîdên me yên ku di bûyerên terorê da can dan ra ji Xwedê rehmet, ji birîndaran ra şifa û ji xizmên wan û miletê me ra jî sersaxiyê dixwazin."
- Bi kurdî bertek nîşanî PKKyê dan
Welatiyên ku beşdarî meşê bûn bi kurdî û tirkî bertekên xwe nîşanî rêxistina terorê PKKyê dan û peyamên yekîtî û biratiyê berz kirin. Welatiyan got, "Xwedê firsendê nede PKKyê. Xwedê vê belayê ji ser me rake. Xwedê stûyê wan bişikêne û selametê bide vê dewleta ezîz û miletê şêrîn. Çima vê heqaretê li misilmanan dikin. Çima êrîşî polês û leşkerên me dikin. Çima cudakeriya tirk û kurdan dikin. Ew ne kurd in" û teror şermezar kirin.
Miftiyê Parêzgehê Nîmetullah Arvas dia kir û piştra meş bi dawî bû.