10 Mijdar 2016•Rojanekirin: 11 Mijdar 2016
ANKARA
Serokomar Erdogan: "Kesên ku Tirkiyeya Nû ku mîrateya Xazî ye bêîtibar dikin û ji xwe ra dikin hedef, heqê wan tuneye ku navê wî hildin."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di merasima bibîranînê ya sala 78emîn a mirina Mustafa Kemal Ataturk ku Saziya Bilind a Dîrok, Ziman û Çandê ya Ataturk li Navenda Çand û Kongreyê ya Beştepeyê çêkir da xeberda.
Serokomar Erdogan diyar kir ku têgeha Tirkiyeya Nû di Nutuqa Ataturk da derbas dibe û wiha got: "Dixwazim bi bîr bînim û bibêjim ku têgeha Tirkiyeya Nû cara ewil Xazî di Nutuqê da behs dike. Kesên ku Serfermandarê Şerê Rizgariyê ji xwe ra dikin mertal û bi vê têgehê êrîşî me dikin, di rastiyê da li rihê komarê ra biyanî ne."
Erdogan destnîşan kir ku Xazî pişta xwe sipartibû gel û wiha peyivî: "Fatîhê ku hêza xwe ji gel sitend deriyê Stenbol û Heyama Nû ji me ra vekir, Xazî Mustafa Kemal û hevalên xwe jî ji gelê ku digotin 'dawî lê hatiye' Tirkiyeya Nû ava kirin. Ez dibînim û teqîb dikim ku kesên peyamên Xazî yê ku dema derket Samsunê pişta xwe sipart gel fehm nekirine hene. Di serî da kesên ku mîratxurê partiya wî ava kiriye, tên. Kesên ku li pey berjewendiyên xwe yên biçûk ên siyasî dikevin heqê wan tuneye qala dewlet, gel û milet bikin û Tirkiyeya Nû ya ku mîrateya Xazî ye bêîtibar bikin."
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da wiha got: "Em ji bo pêşvebirina Komara Tirkiyeyê ku Xazî Mustafa Kemal jê re dibêje 'berhema min a mezintirîn' û emanetê nifşên nû kir, hewl didin. Heke hûn biserbikevin hûnê wê gavê ji Xazî jî fêm bikin."
Erdogan diyar kir ku Xazî hepsî pêşqebûlan dikin û wiha got: "Em ê destûrê nedin kesên ku hewl didin Xazî hepsî pêşqebûlên xwe bikin û sînora 90 salî bidin dora tarîxa gelê me. Dibê em dest bi gavên guherandina pirtûkên dibistana seretayî ya ku em nika jê ra dibêjin pêşdibistan bikin, dîrok, çand û medeniyeta miletê xwe dîsa bigihînin gelê xwe."