12 Îlon 2016•Rojanekirin: 13 Îlon 2016
ANKARA
Balafirên şer ên Hêzên Asîmanî yên Tirkan herekat birin ser herêmên Avaşîn/Basyan û Qendîlê yên li bakurê Iraqê. Di herekatê de 3 hedefên dînamîk ên ku hatin diyarkirin û 2 kozikên çekan hatin îmhekirin, li gor tespîtên ewil 13 terorîst hatin kuştin.
Li gor daxuyaniya ku ji Serokatiya Sererkaniyê hat dayîn îro navbera saet 09.40-14.07an de di encama nirxandina îstixbaratekî demkî bi balafirên şer ên Hêzên Asîmanî yên Tirkan herekata asîmanî birin ser herêma Avaşîn/Basyan û Qendîlê yên li bakurê Iraqê.
Li herêma Avaşîn/Basyanê di navbera saet 09.40-09.50yan de 2 hedefên dînamîk ên rêxistina terorê ya dabeşker bi tearûza asîmanî hat gulebarankirin. Li gor tespîta ewil 9 terorîst hatin kuştin.
Dîsa li herêma Avaşîn/Basyanê hedefeke dînamîk a ku hat tespîtkirin di navbera saet 13.18-13.20an de, kozikekî çekan 14.07an de bi tearûza asîmanî hat gulebarankirin û îmhekirin. Li gor tespîtên ewil kesekî di kozika çekan de bi tevahî 4 terorîst hatin kuştin.
Li herêma Qendîlê kozikekî doçkayê yê ku hat tespîtkirin di navbera saet 13.36an-13.44an de bi tearûza asîmanî hat îmhekirin, terorîstên di kozikê de jî hatin kuştin.