05 Sibat 2016•Rojanekirin: 06 Sibat 2016
ANKARA
Di çarçoveya têkoşîna dijî terorê da bi şev bi gelek balafirên bi tîpa F-4E 2020 û F-16an li herêma Qendîla li bakurê Iraqê operasyonên hewayî hatin kirin û di operasyonan da gelek kozikên rêxistina terorê hatin îmhekirin.
Li gor agahiyan di çarçoveya têkoşîna dijî terorê da bi şev li herêma Qendîlê operasyonên hewayî hatin kirin.
Hat destnîşankirin ku di operasyonên hewayî da gelek balafirên bi tîpa F-4E 2020 û F-16an û wesaîtên hewayê yên bêmirov hatin emilandin.
Di operasyonan da li herêma Qendîla li bakurê Iraqê gelek kozikên rêxistina terorê hatin îmhekirin.
- Dîmenên operasyonê hatin weşandin
Wek mayîn dîmenên operasyonê jî bi raya giştî ra hatin parvekirin. Di dîmenan da balafir li herêma Qendîlê çek, cebilxane, kozik, depoyên sotemeniyê û kozikên rêxistinê îmhe dikin.