14 Rêbendan 2017•Rojanekirin: 15 Rêbendan 2017
ANKARA
Di daxuyaniya Sererkaniyê da der barê têkoşîna ku li PKKya rêxistina terorê tê meşandin û Herekata Mertalê Feratê da agahî hatin dayîn.
Li gor vê, operasyona ku bi taybetî li Hekarî, Şirnex, Diyarbekir, Mêrdîn û Bidlîsê ji bo paqijkirina baregeh û rêyên endamên rêxistinê bi kar tînin dabûn destpêkirin, dewam dike.
Di operasyonên ku li Çiyayê Kupeliyê ya Şirnexê, Lîce û Hêneya navçeyên Diyarbekirê, Sasona navçeya Batmanê, Genc û Adakli-Kixiya navçeyên Bîngolê, Bidlîs, Nisêbîna navçeya Mêrdînê, Tutax û Bazîda navçeyê Agiriyê hatin kirin da 8 terorîst hatin berterefkirin.
Di operasyonan da hewanek, 31 teqemeniyên ku bi desta hatine çêkirin, 42 tivingên piyadeyan, 7 debançe, 500 kîlo amanyum nîtrat, gelek cebilxane, amûrên ku pê bombe tên çêkirin, funye û teqemenî hatin girtin.
Li Çiyayê Kupeliyê ya Şirnexê 25 şikeft, 6 sitargeh, li Çiyayê Cûdiyê 2 şikeft, li Baykana Sêrtê şikeftek, li herêma Lîce û Hêneya navçeyên Diyarbekirê şikeftek, 3 sitargeh, depoyek, li Balbaşiya gundê Sasona navçeya Batmanê 8 sitargeh, li herêma Genca navçeyên Bîngolê 5 sitargeh û depoyek bi tevahî 53 şikeft, sitargeh û depo xistin halekî wisa ku careke din neyên bikaranîn.
Di operasyonên hefteya dawîn da 2 leşker şehît bûn û 4 leşker birîndar bûn.
- Operasyona Mertalê Feratê
Di serî da DEAŞ operasyona Mertalê Feratê ya li bakurê Sûriyeyê ji bo berterefkirina talûkeya terorê di 24ê tebaxa 2016an da dest pê kir, di roja 144an da dewam dike.
Di operasyonê da bi tevahî 226 tax û hezar û 870 kîlomêtroqereya di navbera Ezez-Cerablusê da hat kontrolkirin.
Di operasyonê El Babê da ku 9ê kanûnê dest pê kir ji rojava û bakur va taxên bajêr hatine dorpêçkirin.
- 2 hezar û 85 terorîst hatin kuştin
TSKê di serî operasyona Mertalê Feratê ya li bakurê Sûriyeyê de heta niha jê 518 kes mirî, 250î kes birîndar û 7 kes jî sax bi tevahî hezar 775 terorîstên DEAŞê berteref kirin.
Dîsa jê 295 mirî, 4 birîndar û 11 kes jî ku teslim bûbûn bi tevahî 310 terorîstên PKK/PYDyê hatin berteref kirin.
Di operasyonan da gelek sitargeh, avahiyên rêvebirinê, ciyên kontrolê, sîlah û wesayîtên rêxistinê jî hatin îmhekirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin ku îmhekirina hedefan pir girîng e, lê ji bo ku sivîl neyên kuştin, hedefên ku rîska wan zêde ye ji planan tên derxistin.