05 Îlon 2017•Rojanekirin: 05 Îlon 2017
ANKARA
Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) di operasyona ji hewayê ya li ser Zapa herêma li bakurê Iraqê da 8 terorîstên di amadehiya êrîşê da bûn berteref kirin.
Li gor daxuyaniya Sererkaniyê, do li herêma Zapê terorîstên di amadehiya êrîşê da bûn hatin tesbîtkirin. Teyareyên şer ên Fermandariya Hêzên Hewayê operasyon li dar xistin û di operasyonê da 8 terorîst berteref kirin.
Di operasyona ku navenda wê Şirnex e da jî terorîstek hat kuştin. Bi terorîst ra keleşkofek, Zagrosa tivinga nîşangiran hat girtin. Terorîstekî ku hewl dida ji Sûriyeyê derbasî Tirkiyeyê bibe jî li Kirikxana navçeya Hatayê hat derdestkirin. Hêzên Ewlekariyê li Genca navçeya Bîngolê di teqîbata li erazî da 4 teqemeniyên bi destan hatibûn çêkirin dîtin û îmhe kirin.