12 Nîsan 2016•Rojanekirin: 17 Nîsan 2016
ANKARA
Sare Davutogluya xanima Serokwezîr Ahmet Davutoglu li Şanliurfayê Gobeklîtepeya ku îbadetxaneya herî kewn a li dinyayê lê ye ziyaret kir.
Di gera li Şanliurfayê ya Serokwezîr Davutoglu da Sare Davutoglu jî pê ra hate bajêr. Sare Davutogluyê li gundê Orencikê Gobeklîtepeya ku xirbeyê îbadetxaneya herî kewn lê ye ziyaret kir. Davutogluyê li dewsa kolanê ji Midûrê Muzeyê Muslum Ercan der barê xebatên kolanê da agahî sitand û bi Mahmut Yildizê xwediyê berê yê erdê ku Gobeklîtepe lê ye û cara ewil xirbe derxistiye holê ra sohbet kir.
Sare Davutoglu dema ku ji Gobeklîtepeyê vedigeriya zarokên gundê Orencikê eleqe nîşanî wê dan. Sare Davutogluyê wesayît da sekinandin hate cem zarokên ku li wê derê gihayên şifayê top dikirin û bi zarokan ra wêne kişand.
Kevser Elîtaşa xanima Wezîrê Aboriyê Mustafa Elîtaş jî di ziyareta Sare Davutogluyê da pê ra hevaltî kir.