İbrahim Atmaca
28 Îlon 2017•Rojanekirin: 28 Îlon 2017
ANKARA
Saziya Verastkirinê ya Piyaseya Vejenê (EPDK) ragihand ku di nav her sê mehên dawîn ên îsal da ango di cotmeh-mijdar-sermawezê da zemê neyê ser bihayê ceyrana perekende.
Li gor daxuyaniya ku ji EPDKê hat dayîn, ji 1ê cotmehê pê va ji bo her sê mehên pêşiya me di bihayê firotina ceyrana perekende da guhertinê çênebe.
Herî dawîn di 1ê rêbendana 2016an da ji sedî 6,8 zem hatibû ser ceyranê.