Ekip
28 Îlon 2017•Rojanekirin: 28 Îlon 2017
ÎSTANBUL
Wezîrê Çand û Tûrîzmê Numan Kurtulmuş der heqê referanduma nemeşrû ya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) da got: "Ji bo berjewendiyên hevpar ên gelên herêmê, ne hêzêdetir perçebûn; lê hê zêdetir yekbûn û bihevrabûn û armancên hevpar hewce dike. Ji ber vê yekê em referanduma Bakurê Iraqê wiha dinirxînin."
Kurtulmuş piştî vekirina IFTV - Forum û Fuara Îstanbul Fîlm Televîzyonê ya Navneteweyî pirsa rojnamegeran ya li ser referanduma nemeşrû ya HKIyê bersivand.
Kurtulmuş diyar kir ku divê li herêmê her kes li ser mijarê hûr û kûr bisekine û wiha dewam kir: "Ji serê salên 1990î vir va li herêmê lîstik têne lîstin. Li vê herêmê agirê pevçûnên navxweyî, nakokî û hin nîqaşên din tên gurkirin. Ji bo berjewendiyên hevpar ên gelên herêmê, ne hêzêdetir perçebûn; lê hê zêdetir yekbûn û bihevrabûn û armancên hevpar hewce dike. Ji ber vê yekê em referanduma Bakurê Iraqê wiha dinirxînin."
Kurtulmuş got ku tu pirsgirêka wan bi kurdên Bakurê Iraqê ra tuneye, pirsgirêka wan bi kurdên Bakurê Sûriyeyê ra jî tuneye."
- "Tu xêra wî wê ji gelê herêmê ra tunebe"
Kurtulmuş destnîşan kir ku li van herêman xesasiyetên nû pêk tên û wiha dewam kir: "Em zanin ku bi avakirina qadên şer û pevçûnê bi kêrî tu kesî wê neyên û ev referandum jî herî zêde wê birayên me yên kurd ên li herêmê dijîn aciz bike. Pêşeroja me tirk, kurd, ereb, faris û nijadên din bi girêdaneke qedereke hevpar, zêdekirina derfetan û piştgiriya hev ra mimkun e. Lazim e xwe ji tevger û helwestên dibin sedema cihêbûnê xwe dûr bixe. Em referanduma Iraqa Bakur wiha dinirxînin. Em zanin ku tu xêra wê dê negihêje gelên herêmê. Li Libnanê şerê navxweyî qewimî, Îran-Iraqê demeke dirêj şer kir, Yêmen bû du qet, Sûriye perçe perçe bû, bajarên Iraqê perçe bûn ji van yekan kê qezenc kir. Tu car û tu car gelê li wan herêman dijîn qezenc nekirin. Ne ereb, ne tirk, ne faris, ne kurd û ne jî nijadên din ên li wir dijîn... Tu kesî ji wan qezenc nekir. Hêzên emperyalîst qezenc kir. Kesên li ser vê herêmê hesabên wan hene qezenc kirin."
Wezîr Kurtulmuş xwest ku bila herkes bala xwe bide ser tevahiya wêneyê û bizanibe ku referanduma nemeşrû ya li Iraqa Bakur jî perçeyekî ji wêneyê ye.