Nihat Kavşut
14 Berfanbar 2017•Rojanekirin: 15 Berfanbar 2017
ÎSTANBUL
Heyranên Star Warsê di bernameya bi destê Jedîturkê hat çêkirin da fîlma "Star Wars: Jediyê Dawîn" temaşe kirin.
Di bernameya ku li Profilo AVMyê hat lidarxistin da Kagan Atsurenê rêvebirê Jedîturkê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir Jedîturk bi destê heyranên Star Warsê 20 sal berê li ser înternetê hat avakirin.
Atsuren destnîşan kir wek kom her sal bername û çalakiyên curbecur çêdikin.
Kagan Atsuren diyar kir di 20 salan da kom gelek mezin bû û ji her temenî însan hene.
Atsuren diyar kir di bernameyê da bi navê "Rojnivîskên Jedîturkê" pêşangeh vekirine û tê da 31 berhemên 15 hunermendî hene.
Piştî bernameyê heyranên Star Warsê fîlmê "Star Wars: Jediyê Dawîn" ya ku derhêner Rian Johnson e û îro ket vîzyonê temaşe kirin.