18 Îlon 2018•Rojanekirin: 19 Îlon 2018
ÇANKIRI
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soylu: "PKKya ku bi salan e cudahiya nijadan dike hincet û hewl dide welêt perçe bike hema hindik maye nefesa xwe ya dawîn bide. Binêrin me lîsteya rengîn yên ku lê digerin hilda destê xwe, em yek bi yek navê wan xêz dikin."
Wezîr Soylu li Çankiriyê beşdarî Pîrozbahiyên Çanda Yaran a di çarçoveya 31emîn Hefteya Ahîtiyê hat lidarxistin bû û li wir axivî.
- "Hindik maye PKK nefesa xwe ya dawîn bide"
Soylu behsa têkoşîna dijî PKKya rêxistina terorê kir û wiha axivî: "PKKya ku bi salan e cudahiya nijadan dike hincet û hewl dide welêt perçe bike hema hindik maye nefesa xwe ya dawîn bide. Binêrin me lîsteya rengîn yên ku lê digerin hilda destê xwe, em yek bi yek navê wan xêz dikin.Ez ji Çankiriyê dibêjim. Ji bo rêxistina terorê ev zivistan wê pir zehmet derbas bibe. Me hemû amadehiyên xwe kirin. Qehremanên me çawa ku havînê baş xebitîn, payîz û zivistanê jî wê wisa bixebitin û ji bo rêxistina terorê wê pir zehmet be."
Der barê terorîstên hatine berterefkirin da Soylu wiha got: "Par me ji van lîsteyên rengîn (lîsteya yên ji ber terorê lê digerin) 63 terorîst berteref kiribûn. Îsal hê dawiya salê nehat ewladên me 65 kesên ji wan berteref kirin. Duh li Kuturedesiya Tunceliyê jî me dîsa terorîstek berteref kir. Em hemû bermayiyên wan paqij dikin."
- "15 hezar û 262 firoşkerên hişbirê hatin girtin"
Soylu behsa têkoşîna dijî hişbirê jî kir û wiha agahî da: "Li hember firoşkerên hişbirê em li qadê têkoşîna xwe her roj zêde dikin. Di operasyonên me yên hişbirê da bi tenê di sala 2018an da heta 18ê Îlonê 15 hezar û 262 firoşkerên hişbirê hatin girtin."
Wezîr Soylu der barê qezayên trafîkê de got ew wek wezaret bi taybetî li hember şofêrên kembera ewlehiyê girê nadin, dema wesayîtê dajon bi telefonê diaxivin û di nav kuçeyan da bilez wesayîtê dajon tevdîran dibînin.
Ji bo şer û pevçûnên li ser sînorê Tirkiyeyê jî Soylu got Tirkiye bi cinareên xwe yên li herêmê ra dixebite ku aştî pêk bê û bi îzna Xwedê Tirkiye wê pêkanîna aştiyê da roleke dîrokî bilîze.