11 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 11 Berfanbar 2016
ANKARA
Wezîrê Karên Navxweyî Soylu: "Di çarçoveya agahiyên ku vê dawiyê gihîştên ber destê me da ewladên wetanê me yên ku di êrîşa nefrîn a duh êvarê da gihîştinê şehadetê bûn 38. Ji van 30 jê polês û peywirdarên ewlekariyê, 7 jê jî welatiyên me yên sivîl in, jê yek jî hê nasnameya wî nehatiye tespîtkirin."
Wezîrê Karên Navxweyî Soylu (Der barê êrîşa terorê ya li Stenbolê de) Piştî vê bûyerê 10 kes, paşê jî bi operasyonan ve 3 kesên din, bi giştî 13 kes hatin binçavkirin."
Wezîrê Karên Navxweyî Soylu: "Li nexweşxaneyan 136 welatiyên me di bin mişahadeyê da ne. 14 jê di yekeya nexweşên giran da, 5 jê jî di emeliyatê da û bi tevahî jî vêga 155 welatiyên me yên ku bi vê bûyerê ra rûbirû mane û li nexweşxaneyan tên dermankirin hene ku em bona tenduristiya wan dia dikin. Piştî xebatên hevalên me wisa xuya dike ku tiliya PKKê di vî karî de heye. Bûyer çawa hatiye plankirin, kingê hatiye plankirin û çawa hatiye meşandin, agahiya van di destê hevalên me de hene. Lê him ji bo ku lêpirsîn bê meşandin û him jî ji bo ku operasyon dewam bikin, emê der barê vê mijarê de zêde neaxivin."