Abdullah Tel
10 Rêbendan 2019•Rojanekirin: 15 Rêbendan 2019
VAN
Hêştirên gulaşê yên ku li Başkaleya navçeya Wanê li ser gir û zozanên biberf tên xwedîkirin di mehên havînê da beşdarî organîzasyonên li herêma Ege û Behra Spî tên lidarxistin dibin.
Îshak Erbayê ku li taxa Kocakoy a nêzî 30 kîlometre ji navenda navçeyê dûr e, ji bajarên rojava hêştiran dikire tîne û li gundê xwe dide xwedîkirin.
Erbay hêştirên xwe di nav şert û mercên zor û zehmet ên zivistanê da ji bo pêşbaziyên havînê amade dike.
Saît Arslanê hêştirvaniyê dike serê sibehê zû radibe û dest bi karê xwe dike û ewilî alifê ku ka û ceh pêk tê li nav hev dixe û dike ber hêştiran.
Arslan paşê jî hêştiran dibe ser çemê nêzî gund û av dide û ji bo xwe di nav berfê da paqij bikin alîkariya wan dike.
Hêştirvan Arslan seranserê rojê li serê girên biberf û zozanên derûdora gund hêştirên xwe digerîne û wan şe dike.
- "Ez bi navê wan gazî hêştiran dikim"
Arslan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew rojê du danan ji bo hêştiran alif hazir dike û wiha pê da çû: "Alifê ku dikin ber hêştiran divê li gor rê û rêzikên kifşkirî bê dayîn. Heke di nav ka û ceh da piçek kêmasî hebe naxwin. Hêştir heywanekî pir paqij e. Zivistanê bi berfê û havînê jî bi qûmê xwe paqij dike. Em wan xweş xwedî dikin."
Di berdewamiya axaftina xwe da Arslan diyar kir ku hêştirên gulaşê eleqeyê dixwazin û wiha pê da çû: "Cihê ku hêştir lê dimînin divê şil nebe. Ew kesên xerîb zû qebûl nakin û xwediyên xwe nas dikin. Divê mirov li hêştirê nexe lewra ew mîna mî, çêlek û heywanên din nîne. Ez wan xwedî dikim û bi navê wan gazî wan dikim."
- "Turîst eleqeyê nîşan didin"
Xwediyê hêştiran Erbay got ku wî bi 6 toriman dest bi karê xwedîkirina hêştiran kir û wiha got: "Niha 20 hêştirên min hene û li herêmê ev kar zêde nayê kirin. Ev hêştirên ku em xwedî dikin jî difiroşin wan kesên bi piranî ji herêmên Behra Ege û Behra Spî tên. Germahiya hewayê heke di bin sifirê da heta 40 pileyî dakeve jî hêştir li ber xwe didin. Milet dibêje qey hêştir bi tenê li çolên Erebistana Siûdî dijîn. Di salên ewil da kesên li vê derê hêştir didîtin pir şaş û metel diman. Mimkun e li vir jî bên xwedîkirin. Di mehên havînê da turîstên xwemalî û biyanî yên ku tên herêmê zêde eleqeyê nîşanî hêştiran didin."