Türkan Tosun
20 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 21 Berfanbar 2016
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di merasima vekirina Tunela Avrasyayê de axivî û got ku Tirkiye du parzemînan digîhîne hev.
Erdogan wiha axivî: "Hemd ji Xwedê ra em mensûbê welat û bajarekî nadîde ne ku herdu parzemîn gihand hevdu. Ev bajar bi rastî jî bajarekî wisa ye ku mirov dikare gelek tiştî fedayî wê bike. Ji ber hindê em dildarê vî bajarî ne. (Tunela Avrasyayê) Me bingeha wê li peravê Asyayê avêtibû, hemd ji Xwedayê min ra em vekirina wê li peravê Ewropayê dikin. Ev çi bextewariyeke xweş e."
- "Ji paşva lêxistin karê nemerdan e"
Erdogan behsa kuştina Balyozê Rûsyayê Adrevy Karlov kir û wiha axivî: "Ji paşva lêxistin karê nemerdan e. Yê duh êvarê demildest berdêla vê da, lê têkîliyên wî yek bi yek tên lêkolînkirin û emê wan derxin meydanê. Ji xwe derdikeve holê jî. Hêzên me yên ewlehiyê û daraza me wê ji her aliyî va li ser bûyerê bisekinin, lêkolîn bikin û rastiya wê derxin meydanê. Me bi Rûsyayê ra komîsyoneke lêpirsînê ya hevpar ava kir û niha dest bi xebatê kir, heyetên me dixebitin."
- "Em ê destûrê nedin ku têkiliyên me yên bi Rûsyayê ra zirarê bibînin"
Serokomar Erdogan got ku ew ji ber kuştina Karlov xemgîn e û ew ê nehêlin ku têkiliyên Tirkiye û Rûsyayê xirab bibin û wiha axivî: "Duh li Enqereyê Balyozê Enqereyê yê Federasyona Rûsyayê Andrey Karlov bi êrîşeke nemerdî hat kuştin û ez ji bo vê ber xwe ketim. Em ê tu carî destûrê nedin ku têkiliyên me û Rûsyayê xerab bibin. Tevkariyên me yên di mijara Sûriyeyê û mijarên din da yên ku zêde dibin ew ê zirarê nebînin û di vê mijarê da em û Birêz Putîn di heman nêrînê da ne."-
- "Me destûr neda ku teror me bike hêsîrê rojeva xwe"
Erdogan got ku ewê destûrê nedin ku teror rojevê bigûherîne û wiha axivî: "Me destûr neda ku teror me bike hêsîrê rojeva xwe û em ê nedin jî. Ji ber vê jî me got em ê vekirina Tunêla Avrasyayê paşda nevêjin û emê vekin. Em bawer dikin ku li dijî terorê ev gava herî rast û helwesta herî baş e."
- "Ev êrîş bawerî û ezma me xurttir dike"
Serokomar Erdogan got ku rêxistinên terorê hewl didin vî welatî çok bidin vedan û wiha dewam kir: "Wisa zen dikin ku bi rêxistinên terorê û çalakiyên terorê va çok li vî milletî û welatî bidin vedan. Berevajiyê vê; ev êrîş bawerî û ezma me xurttir dike. Yên ku esrek şûnda cardin milletê tirk anîbe radeya 'An îstiqlal an mirin'ê, gelek nêz e ku xeletiya xwe fêm bikin."