Abdullah Tel
05 Gulan 2017•Rojanekirin: 09 Gulan 2017
BITLÎS
Li Tetwana navçeya Bidlîsê komek xwendekarên lîseyê ji taybetiyên ava Gola Wanê îstifade kirin û pê sabûn çêkirin.
Ji xwendekarên Lîseya Anadoluyê ya Pîşeyî ya Tetwan Ataturkê Fettah Dogan, Emre Tepellî û Serkan Turkmen bi alîkariya mamosteyê kîmyayê Erhan Onat va ji bo çêkirina sabûnê projeyek amade kirin.
Xwendekaran di çarçoveya projeyê da sodyum hîdroksît (kostîk), rûnê zeytûnê û ava Gola Wanê ya ku tê da sodyum klorur (xwey) û sodyum karbonat (soda) heye bi kar anîn û sê cure sabûn çêkirin.
Mamosteyê kîmyayê Onat daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir xwendekaran meraq kir ku gelo ava Gola Wanê tesîreke çawa li sabûnê dike û bi vê meraqê ji bo amadekirina projeyê biryar dan.
Onat got ku di çêkirina sabûnê da sodyum hîdroksît û tevlî rûn û avê tên bikaranîn û wiha pê da çû: "Av di çêkirina sabûnê da madeya herî bi maliyet e. Yan ava safî û yan jî ava şebekeyê tê bikaranîn. Ji avê temînkirina ava saf bi maliyet e. Lê di lêkolîn û ceribandinên me kir da me dît ku di ava Gola Wanê da sodyum karbonat û sodyum klorur heye. Av bi xwe xwedî vê taybetiyê ye û ji ber vê jî me ev herdu made bi kar neanîn. Yanê ji ber taybetiyên avê me ev made kêm bi kar anîn û bi maliyeteke kêm sabûn çêkir."
Mamosteyê kîmyayê Onat destnîşan kir ku di dema lêkolînan da wan derxist holê ku di ava golê da bi rêjeya ji sedî 6-8 soda û bi rêjeya ji sedî 2-3 jî xoy heye û ev herdu tişt jî di çêkirina sabûnê da tên bikaranîn.
Ji xwendekaran Fettah Doganê di projeyê da cih digire ragihand ku ji ava Gola Wanê sabûn çêkirin, madeyên xaricî yên kîmyayî pir kêm bikaranîn û sabûnake tebiî bi maliyeteke erzan çêkirin.