15 Mijdar 2015•Rojanekirin: 17 Mijdar 2015
Li Cizîra navçeya Şirnexê ji ber xendekên li ser kuçe û kolanan, kesê ku krîza dil derbas kir pêra pêra negihandin nexweşxaneyê û ji ber hindê kesê navborî mir.
M. Salih Emerce (65) yê ku li mala xwe ya li taxa Cûdiyê krîza dil derbas kir, xizmên wî ji bo ku wî bigihînin Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê ew li otomobîlekî siwar kirin û derketin ser rê. Lêbelê ji ber xendekên li taxa Cûdî û Yasefê çûna wan pir dirêj kişand. Ji ber derengmayînê Emerce di rê da mir.
Di vê navberê de hêzên ewlekariyê barîkatên li ser kuçe û kolanên di navbera taxa Şah û Dîcleyê de bi wesayîtên bizirx rakirin.
Li ser kolana Yafesê jî koma alîgirên rêxistina terorê ya ku li hev civiyabûn, polêsan hişyarî da wan ku belav bibin. Polês bi ava gumrah û xaza îsotan midaxaleyê koma ku belav nebû, kir û di wê kêliyê de bi çekê gule berdan hêzên ewlekariyê.
Li ser bersivdayîna polêsan, grûb belavî nava kuçeyan bû û polês dixebite ku êrîşkaran desteser bike.