İbrahim Atmaca
25 Cotmeh 2018•Rojanekirin: 30 Cotmeh 2018
BATMAN
Li Hesenkêfa navçeya Batmanê li ser Qada Parka Çandinî ya Hesenkêfê ku berhemên dîrokî yên qada gola bendavê tînin û lê datînin, fîlma anîmasyonê hat amadekirin.
Berhemên dîrokî yên li Hesenkêfa navçeya Batmanê yên ku dikevin nav projeya Bendava Ilisu û HESê, yek û yek ji qada gola bendavê tên derxistin.
Projeya ku çêkirina wê bi destê Midûriya Giştî ya Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) hat kirin, vîzyona Projeya Başûrê Rojhilata Anadoluyê (GAP) ye.
Di çarçoveya projeyê da par li Tirkiyeyê cara ewil ji qada gola bendavê Tirbeya Zeynel Beg hat barkirin. Dû ra Hemama Artukluyê, Tirbeya Mele Ebdullah û Deriyê Navîn ê Keleha Hesenkêfê bi serkeftî barî Qada Parka Çandinî ya Nû ya Hesenkêfê kirin.
Ji bo barkirina berhemên dîrokî yên din ên qadê xebat didomin. Berhemên ku nayên barkirin jî wê di cî da werin parastin û yeke mînanê wan wê were çêkirin.
Ji bo mizgeftên Er-Rizq, Silêman Xan, Keç û Koçê pêvajoya xebatên parastin û barkirinê dewam dike. Piştî ku av di bendavê da golî bibe, Qada Parka Çandinî Hesenkêfê ku berhem lê ne, wê bibe nîvgravek.
Midûrê Herêma 16em a DSÎyê Alî Nacî Kosali ji nûçegihanê AAyê ra got ku li ser Qada Parka Çandinî ya Hesenkêfê ku berhemên navborî barî wir kirin, fîlma anîmasyonê tê amadekirin.
Kosali diyar kir ku anîmasyon bi zimanê Tirkî, Kurdî û Îngilizî tê amadekirin û wiha dewam kir:
"Piştî ku av di Bendava Ilisuyê da golî bibe, li ser hewzeya avê wê grava çandê çêbibe. Ji bo danasîna vê derê me bi Tirkî, Îngilizî û Kurdî anîmasyon amade kir. Xebatên li Hesenkêfê li dervayî welêt jî tên şopandin. Turîst wê berheman li qada ku bi golê va dixuyê ziyaret bikin. Di anîmasyonê da tê xuyanê ku Qada Parka Çandinî ya Hesenkêfê wê çawa bibe."
Kosali diyar kir Qada Parka Çandinî ya Hesenkêfê wê bi serê xwe bibe hêmana balkişandinê ya destînasyona Hesenkêfê û wiha dewam kir: "Mesbesta bi 3 zimanan amadekirina anîmasyona danasînê ew ku li welatên biyanî jî were temaşekirin."