04 Gulan 2017•Rojanekirin: 06 Gulan 2017
DIYARBAKIR
Esnafên Sûra nevçeya Diyarbekirê ji ber êrîşên mensûbên PKKya rêxistina terorê demeke dirêj nikaribûn kargehên xwe vekin û gelekî mexdûr bûn. Ji bo van esnafan bi piştgiriya dewletê va li ser 379 donim erazî "Sîteya Tomerîfiroşên Surkentê" were avakirin.
Piştî teşebusa Komeleya Karsaz û Tomerîfiroşên Sûrê (KKTS) ji bo ku Sîteya Tomerîfiroşên Surkentê li ser ava bibe 379 donim eraziyê xezîneyê yê li navçeya Baglarê hemberî balafirgeha nû, hat hîbekirin.
TOKIyê vê sîteyê çêke û teslîmî esnafên Sûrê bike. Wê di nav 10 salan da perê wan ji esnafan bistîne. Li gor planê sîteyê di nav sal û nîvekê da wê kuta bibe.
Piştî êrîşên terorê esnafên Sûrê demeke dirêj kargehên xwe venekirin û ji ber ku kargehên nû ji wan ra tên çêkirin, kêfxweş in.

Seroka KKTSê Şukran Yilmazê daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku esnafê navçeyê ji ber êrîşên terorê demên pir dijwar derbas kirin.
Yilmazê got ku gelek esnafan ji ber êrîşên terorê dev ji bazirganiyê berda û paşê wan û 250 esnafên ku li ser tekstîl, şekal, zuccaciye, xirdewat û cil û bergan dixebitin û me jî KKTS ava kir û heta niha 560 endamên me hene.
Yilmazê diyar kir mebesta wan ew e ku hemû esnafên Sûrê ji navçeyê derkevin û li navenda cazîbeyê bi cih bibin da ku kar û barê xwe baştir bimeşînin.
Yilmazê wiha dewam kir: "Xwedê ji dewletê razî be, 379 donim erazî hîbe kir. TOKIyê çêke û di nav 10 salan da bi teqsîdên kêm va wê bifroşe me. Li sûrê piraniya esnafan kargeh kirê kirine. Yên li wir milkê wan hene wê şaxên xwe yên perekende vekin û şaxên din bên rakirin. Xebatên îmar û sondajê dest pê kirin. Bi tevahî wê 442 dikan hebin û hemû 3 qatî bin."
Yilmazê destnîşan kir bi saya sîteyê wê bêkarî jî kêm bibe û wiha got: "Piştî bûyerên terorê yên dawîn muşteriyên li Rojhilat û Başûrê Rojhilatê nedihatin Sûrê. Esnafên mal difiroşin Îran, Iraq û Sûriyeyê hene. Ji ber bûyerên terorê mişteriyan berê xwe da Entab, Stenbol û Bursayê. Piştî projeyê wê ticaret geş bibe."
Yilmazê ragihand ku proje di pêvajoya îhaleyê da ye û herwiha herî dereng kargeh wê di nava 1,5 salî da amade bin.
- "KKTS wekî hêviyekê ava bû"
Hasan Kayalarê ku 20 sal e esnaf e û li Xana Bereketê ya li Sûrê kargeha wî heye jî got ku li navçeyê ji ber bûyeran kar û bar rawestiyan.
Kayalar got ku ew kel û melan difiroşin Wan, Bîngol, Mûş, Sêrt û Şirnexê û wiha dewam kir, "Ji xeynî bûyerên terorê kêşeyên din ên esnafê navçeyê hene. Di serî da jî trafîq e. Ji ber ku dikanên me teng in, mecbûrî em embaran kirê dikin û maliyeta vê yekê ji me ra zêde dibe. Qezenca esnafekî tomerîfiroş ji sedî 15 e, lêbelê ji sedî 10ê qezenca me diçe van lêçûnan. KKTS ji bona me wekî hêviyekê ava bû. Heger em kurtedemekê da ji vê ciyê teng derkevin û biçin wê dera fireh, wê seba me gelekî baş be. Herwiha bi vî awayî piraniya kêşeyên me jî wê çareser bibin."
Esnaf Hamza Duşuncelî jî got ku ew bi îmalata tekstîlê ra eleqedar dibin û kêşeya wan jî di warê personel û hêza şixul da heye.
Duşuncelî bal kişand ji ber ku kargehên wan teng in, ew bi dilê xwe nikarin berhemên xwe raxin ber çavan, nîşan bidin û wiha pê da çû: "Em dixwazin derbasî kargeheke mezin û fireh bibin. Bi saya sîteya ku tê çêkirin, emê ji qelebalixiya bajêr xilas bibin. Li gelek deverên Tirkiyeyê însan nizanin ku li Diyarbekirê îmalat çêdibe, lêbelê dema ku danasîn û reklama KKTSyê were kirin, însan jî wê berê xwe bidin vir."