18 Hezîran 2017•Rojanekirin: 19 Hezîran 2017
ANKARA
Ji bo eyda remezanê û tetîla havînê gera welatiyan dest pê kir, bilêtê otobêsan qediyan.
Serokê Giştî yê Federasyona Otobêsan a Giştî Mustafa Yildirim ji nûçegîhanê AAyê re got ji ber ku dibistan tetîl bûn, eyda remezanê hindik ma di çûyîn û hatinan de jî zêdebûn çêbû.
Yildirim got ev zêdebûn wê îhtimaleke mezin di 3yê tîrmehê de kêm bibe.
Yildirim anî ziman ku di nav 15 rojan de wê 13 milyon rêwî herin û bên û wiha axivî. "Otobêsên me wê 260 hezar seferan bikin û bi qasî 600 milyon lireyî bilêt wê bên firotin. Bilêt gelempêrî xilas bûn."
Yildirim got di dema tetîlê de her çiqas hedefeke wan hebe jî ji vê hedefê zêdetir rêwî çêdibin, jî ev jî ji bo şirketên otobêsan kêfxweşî ye.