18 Hezîran 2017•Rojanekirin: 19 Hezîran 2017
SÊRT
Operatorên bîçerê yên li Sêrtê digel meha remezanê û germahiya hewayê ji bo nanê xwe dixebitin.
Zeviyên mezin ên li keviya Çemê Botanê yên ajotî ji bo operatorên bîçerê deriyên debarê ne.
Operatorên bîçerê li gor esasên wardiyeyê 24 saetan dixebitin û 12 saetên dinya ronî ye di nav xubarê da karê xwe dikin û ji zeviyekê derbasî zeviyeka din dibin.
Ji operatorên bîçerê Mehmet Kabataş daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew ji bo bêderê ji Çorumê hat û 34 sale ku vî karî dike û bajar bi bajar digere.
Kabataş destnîşan kir ku di van meh û rojên bixêr da rojiya xwe digirin û ji bo bicih anîna îbadetên xwe hewl didin û wiha pê da çû: "Li vê derê germahiya hewayê bi qasî 40 pileyî ye û em ji bo nandirûtinê hewl didin. Li aliyekî rojî û li aliyê din jî zêdebûna germahiyê ji ber vê jî bêdera îsal bi zehmet e."
Operator Kabataş got ku di çandiniyê da bikaranîna makîneyan her diçe zêde dibe û cotkar jî hemû karê xwe êdî bi xwe hel dikin û wiha dewam kir: "Em her sal ji bo bêderê di meha gulanê da dest bi kar dikin û bajar bi bajar digerin. Em ji Edeneyê dest pê dikin û Adiyaman, Kahramanmaraş, Şanliurfa, Gazîantep jî di nav da diçin gelek bajarên din. Di demên dawîn da avûhewa jî guheriye. Li Sêrtê demên berê beriya 15 rojan bêderê dest pê dikir lê niha 15 roj dereng tê kirin."
Operatorê bîçerê Mustafa Cuma jî ragihand ku di meha remezanê da ew ji bo debara xwe dixebitin û wiha got: "Seranserê 3 mehan ji bo cotkaran dema bêderê ye."
Cotkar Şukru Îrgî jî diyar kir ku hewa germ e lê digel vê jî ew rojiya xwe digirin.