03 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2015
VAN
Li 6 navçeyên Wanê ji ber berfa zêde dibistan hatin tetîlkirin.
Li gor agahiyên ku hat hildan li Walîtiya Wanê ji ber barîna berfê Lineya Hifzisihheya Bajêr civîn kir û biryar da ku li navenda Îpekyolû, Edremît û Tûşbayê û li Ozalp, Başkale û Ercîşa navçeyên Wanê dibistan bên tetîlkirin.
Midûriyeta Meterolojiyê ya Herêmê di agahiyên parve kir de diyar kir ku li seranserê bajêr sibê jî wê berf bibare û Walîtiya Wanê jî li ser wan agahiyan biryar da ku bila dibistanên li navçeyên Tûşba, Îpekyolû, Edremît, Ozalp, Ercîş û Başkaleyê sibê neyên vekirin.