Önder Beyter
25 Adar 2018•Rojanekirin: 26 Adar 2018
HATAY
Alîkariyên ku ji aliyê Şaredariya Uşakê, Heyva Sor a Tirk, Platforma Biratiyê û 35 saziyên civaka sivîl va hatin berhevkirin û li 2 TIRan hatin barkirin, ji bo malbatên Efrînî hatin şandin.
Şaredarê Uşakê Nurullah Cahan di daxuyaniya xwe ya li navçeya Reyhanliyê da diyar kir ku wan xwest, alîkariya malbatên mihtac ên Efrînî bikin.
Cahan bal kişand ku xelkê Uşakê jî alîkariyê dide Efrîniyan û wiha dewam kir, "5 hezar betaniye, 4 ton tarhana û 6 ton zad û xidaya ku me bi alîkariya gelê xwe û ya saziyên civaka sivîl berhev kir, em bi wasiteya Heyva Sor ji bo malbatên Efrînî yên mihtac dişînin."
Cahan diyar kir ku gelê Uşakê hem di pêvajoya Mertalê Feratê da û hem jî di pêvajoya Operasyona Çiqlê Zeytûnê da alîkariyê xelkê herêmê kir û wiha dewam kir:
"Me hewl da ku em birînên mirovên mexdûrên şer bipêçin û moral bidin wan. Me bi alîkariya gelê xwe tarhanaya xwe ya ku li dinyayê navdar e û betaniya ku berhemê herî baş ê tekstîla me ye berhev kir û da Heyva Sor ku li ser navê gelê me teslîmî Efrîniyan bike."
Piştî daxuyaniyê 2 TIRên ku barê wan, alîkariya mirovî ye, ji Deriyê Sînor Cîlvegozuyê derbas bûn.