12 Sibat 2017•Rojanekirin: 14 Sibat 2017
MUŞ
Li Mûşê bi destê Komeleya Alîkariya Mirovî ya Xêratê kompanyaya alîkariyê hat lidarxistin û alavên ku hatin berhevkirin bi TIRekê şand Helebê.
Nûnerê Mûşê yê Komeleya Alîkariya Mirovî ya Xêratê Kenan Yalçin di daxuyaniya xwe ya ku da rojnamegeran da destnîşan kir ku wan, alavên ku li Mûş, Korkut û Bûlanikê berhev kirin, ji helebiyan ra şand.
Yalçin got ku alîkariyên wan dê hefteya pêşiya me jî bidome û wiha dewam kir, "Di çarçoveya Kampanyaya Alîkariya Bona Helebê ya ku komeleya me li 81 parêzgehî da destpêkirin da me li Mûş, Korkut û Bûlanikê alavên jiyanê berhev kirin û bi rê xistin. Ez spasiya hemû welatiyên me yên ku bûn alîkar dikim."
TIRa ku barê wê ji xurek, cilûberg, pîneyê zarokan, xalîçe û betaniyan pêk tê, piştî diaxwendinê derket rê.