23 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 23 Cotmeh 2017
HATAY
Ji aliyê Heyva Sor a Tirk va ji bo sûriyeyiyên li dewrûbera Îdlibê 11 TIR xida û ard hat şand.
Di çarçoveya întiqala Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê ya herêma kêmkirina rageşiyê ya Îdlibê da Heyva Sor a Tirk ji bo sûriyeyiyên li dewrûbera Îdlibê 11 TIR xida û ard şand.
TIRên ku barê wan alîkariya mirovî ye, ji Deriyê Sînor ê Cîlvegozuyê yê li Reyhanliya navçeya Hatayê derbas bûn.
Hat ragihandin ku alavên di TIRan da wê li malbatên li Îdlib û dewrûbera wê yên mihtac bên belavkirin.