01 Mijdar 2016•Rojanekirin: 02 Mijdar 2016
ŞIRNAK
Li Cizîr, Hezex û Silopiya navçeyên Şirnexê piştî ku endamên PKKya rêxistina terorê bi operasyonan bi serkeftî hatin berterefkirin, ji bo welatiyên ku mal û avahiyên wan xera bûn avahî û malên teze tên çêkirin.
Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê piştî ku hêzên ewlehiyê ji bo girtina çalan, rakirina barîkatan, îmhekirina teqemeniyan û berterfkirina endamên rêxistinê operasyonên serkeftî kirin, li 3 navçeyan ji bo çêkirina avahiyên nû dest bi xebatan kir.
Xebatên ji bo çêkirina mal û avahiyên teze bi lez û bez dewam dikin.
Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê û TOKIyê di vê çarçoveyê da li sê navçeyan dest bi çêkirina avahiya kir. Di vê çarçoveyê da buroyên îrtibatê yên ku li navçeyan hatin vekirin der barê avakirin û taybetiyên avahiyan da agahiyê didin welatiyan.
- "Em dixwazin standardên welatiyan ên jiyanê zêde bikin"
Heyeteke ku bi serokatiya Seroka Daîreya Midûriyeta Giştî ya Xizmetên Binesazî û Bajar ji Nûva Avakirinê ya Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê Zeynep Afşeorenê va hat bajêr xizmetên li Cizîr, Silopî û Îdilê dihatin kirin li cihê cihîn şopandin. Afşeorena ku li xebatên dihatin kirin mêze kir der barê rewşa dawîn a avahiyên tên çêkirin da agahî hilda û paşê jî li buroyên îrtibatê bi xwediyên heq in ra hevdîtin kir.
Afşeorenê der barê avahiyên ku çêkirina wan dewam dike da daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku di êrîşên terorî da zirara herî mezin gihîşt Şirnexê û got ku ew ji ber vê yekê li bajêr in û wiha dewam kir: "Ji bilî navendê li navçeyên Cizîr, Îdil û Silopiyê jî ji ber êrîşên terorî zirareke mezin heye. Em wek wezaret ji bo telafîkirina mexduriyeta welatiyên xwe û helkirina pirsgirêkên li bajêr dixebitin."
Afşeoren wiha xeberda, "Armanca me ew e ku em pirsgirêka starbûna welatiyan çareser bikin û asta standarên jiyana gel bilind bikin. Herwiha em dixwazin çêkirina xanî û kargehên ku zirar dîtine, temam bikin."
- Bona Cizîrê 4 hezar û 217 xanî
Afşeoren got ku li taxa Cûdiyê ku xesareke giran lê çêbibû, xebata çêkirina 750 xaniyî dest pê kir.
Afşeorenê herwisa bal kişand ku TOKÎyê dest pê kir û li etaba 1emîn 401, li etaba duyemîn jî 566 xanî, anku bi tevahî 967 xaniyî çêdike. Afşeorenê ragihand ku li Cizîrê bi tevahî dê 4 hezar û 217 xanî dê bên çêkirin.
- Ji bo Silopiya 848 avahî
Afşeoren destnîşan kir, li Silopiya taxa Başakê çêkirina 96 avahiyan dest pê kir, xîmê wan hat avêtin.
Afşeoren got ku li navçeyê di nav sînorê taxa Şehît Harûn Boy li qada rezervê da projeya 516 avahiyan temam bû û pêvajoya çêkirina avahiyan dest pê kir. Her wiha qada ku TOKIyê bi Wezaretê wek qada rezervê îlan kir, li wê derê ji bo çêkirina 236 avahiyan îhale temam bû, înşaatê demeke kurt da dest pê bike.
- Li Îdilê 40 avahî
Afşeoren diyar kir ku li Îdilê dest bi çêkirina projeya 540 xaniyên ku li taxa Turgut Ozalê zirar dîtibûn kirin û ji bo welatiyên wê derê ew ê xaniyên yekqatî û bi baxçe çêkin.
Afşeoren destnîşan kir ku ewê di nav 8 mehan da çêkirina xaniyan temam bikin û ji bo erdê ku Serokwezîriyê rezerv kiriye jî pîlana 500 xaniyî amade dikin.
Afşeoren diyar kir ku xebata pîlanên Şirnexa ku lê ji ber bûyerên terorê qedexeya derketina derva heye jî hê dewam dikin.
Afşeoren got ku Wezareta li navçeyan xaniyan bi lez û bez çêdike û ji bo domandina sitandarda jiyana welatiyan xebatên xwe bi lez didomîne.