22 Hezîran 2018•Rojanekirin: 24 Hezîran 2018
DIYARBAKIR
Sûr a navçeya navendî ya Diyarbekirê ya ku 3 sal berê ji ber çalakiyên mensûbên PKKya rêxistina terorê serobin bûbû bi saya xebatên Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê hêdî hêdî bi ser xwe va tê.
Ji bo ku navçe bi ser xwe va bê û kêmasiyeke wê ji rojên berê nemîne Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê bi milyar lireyan veberhênaniyê dike.

PKKya rêxistina terorê êrîşên xwe yên li deşt û çolan dikir 3 sal berê anî û li nav bajaran jî kir rewacê. Ji ber çalên kolayî, teqemeniyên bi cih kirî û barîkatên hatin danîn va zirareke mezin gihîşt navçeyê û bi saya operasyonên serfiraz ên hêzên ewlehiyê xebatên îmarkirina navçeyê ji nû va dest pê kirin.
Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê di serî da saziyên din ên dewletê jî ji bo navçe ji nû va bê avakirin hewl didin.

Midûrê Bajêr ê Hawirdor û Bajarvaniyê Ufuk Nurullah bîlgîn diyar kir ku li navçeyê niha xebatên înşeatê dewam dikin û piştî paqijkirina enqazan xetên ava xwarinê, kanalîzasyon û coyên ji bo av û baranê hatin temamkirin.
Bîlgîn destnîşan kir ku ji bo çêkirina 500 xaniyên li gor mîmariya Diyarbekirê wê bên avakirin xebatan dest pê kir û niha çêkirina 340î dest pê kiriye û wiha dewam kir: "Rêya turîstan a di navbera Balikçilarbaşî û Mêrdînkapiyê da heta 20 rojî wê temam bibe."