22 Adar 2018•Rojanekirin: 22 Adar 2018
EFRÎN
Eskeran li Efrîna ku di çarçoveya Operasyona Çiqlê Zeytûnê da ji terorîstan hat safîkirin, alîkariya zad û xidayê da gel û kontrola tenduristiyê pêk anî.
Operasyona Çiqlê Zeytûnê ya ku Artêşa Tirkiyeyê di 20ê rêbendanê da ji bo ku li ser hidûd û herêmê ewlekarî û îstiqrar biedile, li Efrîna li rojavayê bakurê Sûriyeyê li dijî rêxistinên terorê PKK/KCK/PYD-YPG û DEAŞê dabû destpêkirin, dewam dike.
Piştî ku nevanda Efrînê ji terorîstan hat paqijkirin, eskeran destê alîkariyê da xelkê herêmê. Hêzên ewlekariyê alîkariyê xidayê da şêniyên li rojavayê bakurê navçeyê û herwiha ew ji kontrola tenduristiyê ra derbas kirin.
Kêfa şêniyên herêmê gelekî bi eskerên ku bi wesayîtên zirxpoş va çûn deverê, hat. Piştî ku ewlekariya deverê hat edilandin, eskeran alîkariya zad û xidayê da gel. Eskerên ku eleqeyeke nêzîk nîşanî zarokan dan, çîqolate û loqim îkramî wan kirin. Paşê peywirdarên tenduristiyê yên eskerî li taxê gel ji kontrola tenduristiyê ra derbas kirin. Herwiha ji bo nexweşan jî derman hat dayîn. Gel spasiya xwe pêşkêşî eskeran kirin.