Önder Beyter
22 Adar 2018•Rojanekirin: 26 Adar 2018
MERSÎN
Li Sîlîfkeya navçeya Mêrsînê kîlogramê qawûnê pêşwext ê ku qetandina wê dest pê kir bi 6,5 lireyî tê firotin.
Li taxa Atayurtê ev qawûn bi awayekî nixamtî wekî alternatîfê domatesê tê danîn. Li navçeyê piştî ku qawûn gihîştin, cotkaran dest pê kirin û qawûnan diqetînin.
Qawûnê ku bi 6,5 lîreyî tê firotan, li gorî daxwazê ji bo parêzgehên cuda yên Tirkiyeyê tê şandin.
Serokê Jûra Bazirganî û Pîşesaziya Sîlîfkeyê Nurettîn Kaynar di daxuyaniya xwe ya ku da rojnamegeran da diyar kir ku hin cotkarên ku bi awayekî nixamtî domatês datanîn, êdî berê xwe veguhastin û qawûn datînin.
Kaynar diyar kir ku li Tirkiyeyê qawûnê ku di tariyê da digihîje, pêşiyê li Sîlîfkeyê digihîje û tê qetandin. Kaynar got ji ber ku bihayê wê zêde ye, ev qawûn bi kêrî cotkaran tê.