24 Mijdar 2015•Rojanekirin: 24 Mijdar 2015
Li Îdirê ekîbên cendirmeyan şikeftek ku ji aliyê PKKê ve qaşo weke "dadgehê" dihat bikaranîn ji nav bir. Cendirmeyan di şikeftê da hinek belge bi dest xistin ku di wan da eşkere dibe PKK bi gefxwarinê û bi zora çekê zulim li gelê herêmê dike.
Ekîbên Fermandariya Cendirmeyê ya Îdirê, di operasyonên vê mehê da li bakurê çiyayê Agiriyê, şikeftên ku PKKê bi kar dianîn ji nav birin. Belgeyên ku di wan şikeftan da hatin dîtin eşkere dikin ku rêxistina terorê bi gefxwarinan û zora çekê zulmê li gelê herêmê dike.
Di wan belgeyan da nîvisandî bû ku yên ku qaşo "bacê nedin û neyên dadgehê, ê bên cezakirin."
Rêxistina terorê bi wan belgeyên ku qaşo ji aliyê "komîsyona edaletê" ve hatine amadekirin û bi zêditirê ji 500 mezbeteyên "darizandinan" ji gelê herêmê ra cezayên "mişextîkirin" û ji 50 hezar lîreyî heta 750 hezar lîreyî cezayê pereyan birîne.
Herwiha hat tespît kirin ku rêxisitna terorê di jêr navê "bacê" da, ji gelek dezgeh û şîrketan xwestiye pere bistîne. Dezgeh û şîrketên ku nexwestine vî pereyî bidin hatine tehdît kirin, ji ber vê sedemê jî ew dezgeh û şîrket yan ji ber cezayan, yan jî bi darê zorê tên girtin.
Şaxa Têkoşîna dijî Terorê ya Rêveberiya Ewlekariya Îdirê di operasyonên meha mijdarê da 2 kesên ku di wan şikeftan da qaşo weke "endamê komîsyona edaletê" kar kirine girtin û ji aliyê dadgehê ve biryara girtinê ji bo wan derket.