19 Gulan 2018•Rojanekirin: 19 Gulan 2018
ŞIRNAK
Wezîrê Karên Navxweyî Suleyman Soyluyê ku li Silopiyê tevlî hêzên ewlehiyê paşîv kir got: "Ji rêxistinên terorî bermayiyên dawîn man. Hêzên me yên ewlehiyê ji heqê wan dertên û bi tu awayî paşve gav navêjin."
Wezîr Soyluyê ku ji bo hin hevdîtinan li Şirnexê bû piştî ku li navçeya Cizîrê li ber Çemê Dîcleyê fitara xwe vekir derbasî Silopiyê bû û bi welatiyan ra sohbet kir.
Soylu li navçeyê geriya, esnaf ziyaret kirin, bi wan ra sohbet kir, paşê jî derbasî Qereqola Başak Koyê bû û li wir bi hêzên ewlehiyê ra hat bal hev.
Wezîr Soylu destnîşan kir ku netewebûyîn tiştekî hêsan nîne û wiha pê da çû: "Mirov bi êş û keseran dibe milet. Li ser sifreyeka fitar û paşîvê mirov destê xwe bi hev ra ji Xwedê ra vedike, dia dike û dibe milet. Hin caran bi govendê û hin caran jî mirov xwe dide bin tabûteke ku li serê alaya Tirkiyeyê heye û wisa dibe milet."
Di axaftina xwe da Soylu ragihand ku wek Tirkiye ji ezmûneke mezin derbas bûn û wiha pê da çû: "Gelekî bi ser me da hatin. Bi taybetî jî xwestin ku me berî hev bidin. Xwestin pergala dewletê serobin bikin, hiqûq û demokrasiyê berteref bikin. Dema ev tişt dikirin xwestin qeweta me bişkînin. Lê şikir ji Xwedê ra ew îradeya ku vî gelê hanê nîşan da biserket."
- "Ji rêxistinên terorî bermayiyên dawîn man"
Soylu diyar kir ku li hemberî rêxistinên terorî têkoşîna dane destpêkirin bênavber didome û wiha dewam kir: "Ji rêxistinên terorî bermayiyên dawîn man. Hêzên me yên ewlehiyê ji heqê wan dertê û bi tu awayî paşve gav navêjin. Xwestin tiştekî din bikin, li derveyê sînorê me bi cih bibin. Şikir ji Xwedê ra li Efrîn, Cerablus, Ezazê ji aliyekî va li dijî DEAŞê û ji aliyekî va jî li dijî PYD/PKKê em têkoşiyan û me nîşanî dinyayê da ku em wisa pariyê devan nînin."