10 Cotmeh 2016•Rojanekirin: 11 Cotmeh 2016
ANKARA
Di têkoşîna Hêzên Çekdar ên Tirkiyê (TSK) û hêzên ewlekariyê yên seranserê welat ên dijî terorê da ji 29 tebaxê heya niha 417 jê mirî bi tevahî 537 terorîst hatin qefaltin.
Di daxuyaniya sererkaniyê da hat destnîşankirin ku ji hêla unsûrên TSKyê û hêzên ewlekariyê va li seranserê Tirkiyê li dijî rêxistina terorê ya cudaxwaz operasyona herî berfireh û bibandor a van salên dawîn berdewam e.
Li gorî daxuyaniyê, di çarçoveya têkoşîna dijî terorê da li seranserê welat ji 29 tebaxê heya niha 417 jê mirî bi tevahî 537 terorîst hatin neçalakkirin.
Di operasyonan da hewan, doçka, roket û muhîmatên wan hatin girtin. Di operasyonên ji 29 tebaxê vir da 88 leşker şehîd bûn, 152 leşkerî jî birîndar bûn.
- Amadekariyên rêxistinê yên zivistanê hatin astengkirin
Di daxuyaniyê da herwisa bal hat kişandin ku TSK bona yekîtî û ewlekariya Tirkiyê û gelê wê, di çarçoveya destûrê û yasayan da li hundir û dervayê welat li dijî terorê têdikoşe û wiha hat gotin, "Em digel cendirme, polês û korucuyên me bi şev û roj bi fedekariyeke mezin operasyonan dimeşînin. Bi vî awayî li çiya kontrol pêkan dibe. Di encama van xebatan da derfetên çalakiyên rêxistinê hatine tengkirin û amadekariyên rêxistinê yên bona zivistanê hatine astengkirin."
Di daxuyaniyê de hat gotin ku rêxistina terorê PKK ji bo ku hebûna xwe îspat bike bi teqemeniyên destan ve êrîşên xwekujiyê dike û welatiyan hedef digre.
Hat gotin ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê bibaldarî tevdigere û daxuyaniyê wiha dewam kir: "TSK û hêzên ewlehiyê ji bo ku zirareke biçûk jî nedin gelê me yê bêsûc, tevdîran dibînin. Operasyon bi vê hişmendiyê ve tên plankirin û kirin. Ji vir şûn de jî heta ku terorîstê dawîn bê kuştin operasyon wê biezm û bibiryar dewam bikin."
- Êrîşa terorê ya li Hekariyê
Der barê êrîşa terorê ya li ber Qereqola Cendirmeya a Durakê ya Şemdînliya nevçeya Hekariyê jî wiha hat gotin:
"Rehma Xwedê hevalên me yên qehreman û welatiyên me yên sivîn ên ku di êrîşa bibombe ya ku ji hêla rêxistina terorê ve hat kirin de mirin be. Bila serê malbata şehîdên me, endamên TSKyê, gelê tirk ê ezîz sax be. Xwedê şifayê bide hevalên me yên qehreman û welatiyên me yên sivîl."