18 Tebax 2018•Rojanekirin: 18 Tebax 2018
HAKKARÎ
Hat ragihandin ku li Yuksekovaya navçeya Hekariyê di operasyona dijî PKKya rêxistina terorê da 2 terorîst hatin berterefkirin.
Di daxuyaniya Walîtiyê da hat destnîşankirin ku ekîbên Fermandariya Cendirmeyên Bajêr û yên Midûriyeta Ewlekariyê xebatên ji bo deşîfrekirina çalakiyên PKK/KCKya rêxistina terorê û pêşîlêbirîna çalakiyan didomînin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin: "Li Koycuka goma Dexerliya gundê Yuksekovayê di saet 00.30yî da 2 endamên rêxistina terorê hatin tesbîtkirin, di encama xebatên operasyonel da herdu terorîst hatin berterefkirin. Tehqîqata edlî ya li ser mijarê hê dewam dike."